Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê bo salvegera kîmyabarana Helebceyê peyamek belav kir

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê bo salvegera kîmyabarana Helebceyê peyamek belav kir

.

A+A-

 Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê, bi boneya 33yemîn salvegera kîmyabarana Helebceyê, peyamek belav kir û diyar kir: “Divê Hikûmeta Federal a Iraqê, kar bi biryara Dadgeha Bilind a Tawanan û madeya 132 a destûra Iraqê bike û kesûkarên şehîd û qurbaniyên Helebceyê, qerebû bike. Erkê Encûmena Nûneran jî, yasayeke taybet ji bo naskirina jenosaydên li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin derbixe û tê de mafên kesûkarên şehîd û qurbaniyan biçespîne.

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê di peyamê de daye zanîn: “Îro 16.3.2021an, 33 sal di ser kîmyabaran û komkujiya bajarê Helebceya birîndar re derbas dibe. 16ê Adarê di bîranîn û rojejimêra gelê me de birînek e tu carî nayê dermankirin û di wîjdana her Kurdekî de birîneke kûr û bêdawî ye.”

Herwiha di peyamê de hatiye destnîşankirin: “Kîmyabarana Helebce, Hewraman û Şarezor û gundê derdorê, rûpeleke reş di dîroka rêjîma Beis a rûxandî ye. Ev Tawana li dijî mirovahiyê, ne tenê li dijî gelê me hatiye kirin, belkû li dijî mirovahiyê ye, wek Hîroşîma, Nakazakî û holokost e. Ji ber wê, di vê bîranîna xemgîn de careke din encamderên vê Tawana mezin riswa û şermezar dikin. Hevdem daxwaz ji civaka navdewletî û rêxistinên mirovî yên cîhanê dikin, vê Tawana li dijî mirovahiyê wek jenosayd nas bike, ji bo li tu cihekî din ê cîhanê ew dubere nebe û gelê Kurdistanê jî ji her gefekê ji cureyê bê parastin.”

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê eşkere dike: “Pêwîst e Hikûmeta Federal a Iraqê kar bi biryara Dadgeha Bilind a Tawanan û madeya 132 a destûra Iraqê bike û kesûkarên şehîd û qurbaniyên Helebceyê qerebû bike. Erkê Encûmena Nûneran jî, yasayeke taybet ji bo naskirina jenosaydên li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin derbixe û tê de mafên kesûkarên şehîd û qurbaniyan biçespîne.”

Herî dawî di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: “Wek Parlamentoya Kurdistanê, bi erkê xwe dizanin ku piştevaniyê li tevahiya daxwazên xelkê Helebce yê bi mîhnet û navçeyên ziyan dîtine bikin û parlamenteran bi giştî û parlamenterên sînorê Helebceyê û komîteyên taybet radispêrin ku bi berdewamî çavdêriya rewşa pêşveçûna bajêr û pirsgirêkên bikin û bi sazî û dezgehên hikûmî re daxwaza xelkê bi cih bikin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin