Seroka TTBê: Derzîkirina li bajarên Kurdan li gor bajarên rojavayê Tirkiyê pir kêm e

Seroka TTBê: Derzîkirina li bajarên Kurdan li gor bajarên rojavayê Tirkiyê pir kêm e

.

A+A-

 Li Tirkiyê, ji destpêka şewba Korona û heta niha, di daneyên pêketî û mirinan yên di navbera Wezareta Tendurustiyê ya Tirkiyê û Yekîtîya Doktorên Tirk (TTB) de, newekhevî hene.

Wezareta Tendurustiyê ya Tirkiyê, têne hejmara nexweş û mirinan da û kesên testa wan pozîtîf, lê nîşaneyên wan ên nexweşiyê tuneye jî veşart.

Pişt re jî hem ji ber daxuyaniyên TTBê û SES ku digotin hejmara pêketî û mirinan zêdetir e û hem jî ji ber zedebûna pêketî û mirinên vîrusa Korona, Wezareta Tendurustiyê ya Tirkiyê neçar mabû ku hemî hejmarên şewbê parve bike.

Dîsa hem TTBê hem jî SESê di daxuyaniyên xwe de diyar dikirin, Hikûmeta Tirkîye, di tedbîrên li dijî belavbûna vîrusa Korona de, ne li gor tendurustiyê ew li gor aborîyê gavan diavêjin.

Niha jî Seroka TTBê Pr. Dr. Şebnem Korur Fîncanci daye zanîn, pêvajoya derzikirina COVID-19ê de jî ne zelalî hene û hem hejmara derzîyên COVID-19 û hem jî leza derzîkirinê jî kêm e.

Herwiha Fîncanci eşkere kiriye, derzîkirina li bajarên Kurdan, li gor bajarên rojavayê Tirkiyê pir kêm e. "Dema em li Colemerg’ê (Hekarî) dinêrin rêjeya derzikirinê ya COVID-19 di navbera sedî 3/6'an de ye. Lê li rojavayê Tirkîye ev rêje nêzî sedî 30’an e. Di dema qedexeyên derketina derve de nûfusa pir ya bajarên Kurdan hatin metropolên rojavayê Tirkîye ev yek ji van sedeman e. Lê em nizanin ev rêje çî ye."

Fîncanci di domandina axaftina xwe de aniye ziman, li bajarên Kurdan pirsgirêka gihandina derzîyên COVID-19 jî hene. "Hem ji ber erdnîgarîya bajarên Kurdan, hem jî jiber kêmahiya xebatkarên tendurustiyê û kêmahiya binesaziya saxlemiyê di gihandina derzîyan de bo wan bajaran pirsgirêkan çêdike."

Herî dawî jî Seroka TTBê diyar kiriye, rêjeya kêm ya derzîkirinê li bajarên Kurdan hin fikarên din jî çêdike. "Jixwe ji bêrê û pê ve polîtîkayeke taybet ya dewletê ji bo wê heremê heye. Her dem di hejmara xebatkar û binesaziya tendurustiye de kêmasî hebûn. Ji ber vê yekê jî, dema em li daneyên derzîkirina zarokan jî dinêrin, ev yek kêmtir e. Ji ber vê yekê jî em dikarin bêjin ku dewlet gihandina derfetên tendurustiyê sînordarkirî dihêle."
 


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin