Serok û Serokwezîrê Kurdistanê Cejna Rojîyê li Kurdên Êzidî pîroz kirin

Serok û Serokwezîrê Kurdistanê Cejna Rojîyê li Kurdên Êzidî pîroz kirin

Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Kurdistanê pêşwazî li Cejna Rojîyê ya Kurdên Êzidî kirin û hêvîyên xwe derbirîn ku ev cejn aramî û aştîyê li gel xwe bîne.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Cejna Rojîyê ya Kurdên Êzidî dikeve hefteya dawîn a meha Berfanbarê ku Kurdên Êzidî bo maweyê 3 rojan rojîyê digirin û roja çarem jî weke cejn tê pîrozkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi vê boneyê peyamek belav kir û Cejna Rojîyê li hemû Kurdên Êzidî pîroz kir.

Nêçîrvan Barzanî ragihand, “Pîrozbahîya Cejna Rojîyê li hemû xwîşk û birayên Êzidî li Kurdistan û hemû cîhanê dikim, bi taybetî li malbatên kesûkarên cînosayda Kurdên Êzidî.”

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê jî kir, “Hêvîdar im ev cejn bibe jîyaneke baştir bo Kurdên Êzidî û hemû xelkê Kurdistanê û di nav pêkvejîyan û aramîyê li Kurdistanê pêşwazî li cejnên xwe bikin.”

Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî bi boneya Cejna Rojîyê ya Kurdên Êzidî peyamek belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de pîrozbahî li Kurdên Êzidî kir bi boneya vê cejnê û tekezî li ser wê yekê kir ku hikûmet hemû hewlekê dide bo ku koçber vegerine cihên xwe û xizmeteke şayîste bo wan bê kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser berevanîkirina li mafên Kurdên Êzidî dupat kir.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin