
Serok Barzanî û balyozê Fransa nîgeranîya xwe li hember rewşa Rojava nîşan dan
Serok Mesûd Barzanî di dema pêşwazîkirina balyozê Fransa li Iraqê, nîgeranîya xwe li hember rewşa kurdan li Sûrîyê nîşan da.
A+A-
BasNews
Îro danê sibê Serok Barzanî li Pîrmam pêşwazî li balyozê Fransa li Iraqê, Bruno Aubert û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de ku konsolê Fransa li Hewlêrê, Olivier Decottingnes jî amade bû, rewşa sîyasî ya Iraqê û Rojhilata Navîn her wiha alozîyên Iraqê hatin axaftin.
Di civînê de behsa rewşa Sûrîyê bi taybet rewşa Rojavayê Kurdistanê û kurdên Sûrîyê jî hat kirin. Him Serok Barzanî jî him jî şanda mêvan nîgeranîya xwe li hember rewşa ku kurdên Sûrîyê tê de ne, anîn ziman.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin