Serok Barzanî: Terorîstan xwe bi rêk xistine

Serok Barzanî: Terorîstan xwe bi rêk xistine

Serok Barzanî di peyameke bi boneya rûdawên vê dawîyê yên li sînorê Guleco, ragihand, “Êrişên vê dawîyê yên terorîstan nîşan didin ku terorîstan xwe birêxistin kirine.”

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serok Mesûd Barzanî bi peyamekê serxweşî li kesûkarên şehîdan kir û hêvîya silametîyê ji birîndaran re xwest.

Serok Barzanî balê dikişîne ser zêebûna êrişên DAIŞê dû dibêje, “Êrişa dawîn a terorîstan nîşana wê yekê ye ku terorîstan xwe bi rêk xistine û metirsîyeke cidî ne bo ser seqamgirîya tevahîya navçeyê .”

Demjimêr 21.00ê şeva derbasbûyî, DAIŞê êrişî hêzên Pêşmerge kir li gundê Dekeya Serçem li başurê rojavayê Xaneqîn û hêzên Pêşmerge rûbirûyê çekdarên DAIŞê bûn û di encam de jî 3 Pêşmerge şehîd bûn û 2 Pêşmerge jî birîndar bûn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin