Serok Barzanî pêşwazî li balyozê Swêdê li Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwazî li balyozê Swêdê li Iraqê kir

.

A+A-

 Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li balyozê Swêdê yê li Iraqê kir.

Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî derbarê hevdîtinê de daxuyaniya hatiye dayîn waha ye:

Roja pênçşem 11.02.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Lars Ronnas Balyozê Swêd li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya navçeyê û proseya siyasiya Iraqê û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin û ronahî jî xistin li ser gefên terorê ya li ser asayîşa cîhanê û Balyozê Swêd li Iraqê spasî Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge kir ku li rûbirûbûna Da'îş û parastina aştî û asayîşa cîhanê de roleke wan ya ber bi çav hebûye.

Peywendiyên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Swêdê û her wiha revenda Kurdî li Swêd mijarên dinê vê hevdîtinê bû û Serok Barzanî spasî welatê Swêdê kir ku li rojên teng û enfal û êşan da himbêza xwe ji bo welatiyên Kurd vekir û her du alî hêvî xwestin hebûna hejmareke zêdeyê Kurd li Swêdê li ser berev pêşveçûna peywendiyên her du aliyan de reng bide.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin