Serok Barzanî li ser salvegera rêkeftina 11 Adarê peyamek belav kir   

Serok Barzanî li ser salvegera rêkeftina 11 Adarê peyamek belav kir  

.

A+A-

Serok Mesûd Barzanî bi helkefta pêncî û yekemîn salvegera “Rêkeftina 11 Adarê” peyamek belav kir.

Îro 11 Adarê ye û 51 sal bi ser rêkeftina 11 Adara sala 1970 re derbas dibe ku di navbera serkirdetiya wê çaxê ya şoreşa azadiya Kurdistanê û rêjîma wê çaxê ya Iraqê de hat îmzekirin.

Bi vê helkeftê, Serok Barzanî peyamek belav kir. Peyama Barzanî wiha ye:

Em bi bilindî 51 saliya rêkeftina 11 Adara 1970 bibîr tînin ku berhema xebat û têkoşîna gelê me di şoreşa mezin ya îlonê de bû. Girîngiya rêkeftina 11 Adar di vir de bû ku cara yekem bû hikûmeta Iraqê bi rengekî fermî mafên rewa yên gelê Kurdistanê qebûl dikir. Ev jî hat dîtin ku desthilatdarên Iraqê nikarin bi zora çek û zordariyê îradeya gelê Kurdistanê bişkênin. Berxwedan û qurbanîdana Pêşmerge û yekrêziya şoreşger û niştimanperweran bi rêbertiya Barzaniyê Nemir bû sebeba wê ku hikûmeta wê çaxê ya Iraqê neçar bimîne were ser mêza danûstandinan û maf û destkefteka dîrokî bo gelê me were tomarkirin.

Her çi qas rêkeftina 11 Adar ji aliyê rêjîma Beisî ve hat binpêkirin lê dîsa ew destkefta han, deriyek bû bo qonax û pêngavên mezintir yên xebata gelê û bidestxistina destkeft û serkeftina zêdetir.

Di vê bîranîna pîroz de em têkestî li ser peyama aştixîwazî, pêkvejiyan û diyaloga gelê Kurdistanê dikin, her wiha em tînin bîra hemû aliyan jî ku înkarkirina mafên gelê Kurdistanê û binpêkirina rêkeftin, bingehên Desetûrî û qanûnî yên girêdayî mafên gelê Kurdistanê, bi ti awayekî îradeya gelê me bo wergirtina mafên xwe yên rewa naşkêne. Gelê Kurdistanê xwedan ezmûneka dûr û dirêj ya xebat û hişyarî û berxwedanê heye û pir baş mafên xwe nas dike û ti carî jî dest jê bernade.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin