Serok Barzanî: Her miletek xwedî îradeya berxwedanê be alîkariya dostên wî jî bi bandor dibe

Serok Barzanî: Her miletek xwedî îradeya berxwedanê be alîkariya dostên wî jî bi bandor dibe

.

A+A-

Serok Mesûd Barzanî û Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropay Josep Borrell civiyan û Barzanî di wê hevdîtinê de got; “Her miletek îradeya wî ya berxwedanê hebe, alîkariya dostên wî jî bi bandor dibe.”

Serok Mesûd Barzanî îro Sêşemê 7ê Îlona 2021ê li Hewlêr pêşwazî Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropay Josep Borrell kir.

Di hevdîtinê de Cîgirê Serokê Komîsyona Ewropa û Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropay Josep Borrell pesnê rola Serok Barzanî ya di dîroka xebata gelê Kurdistanê ya ji bo gihîştina bi azadiyê de kir û ragihand ku ew agahdarî têkoşîn û xebata gelê Kurdistanê ne.

Josep Borrell  ji bo rola hêzên Pêşmerge û gelê Kurdistanê ya li şerê dijî terorîstan û pêşwazîkirina sedan hezar koçber û penaberan spasiyên xwe pêşkeş kir û  ragihand ku asayîş û azadî û xweşguzeraniya gelê Kurdistanê ya ji bo Yekîtiya Ewropa girîngiyeke xwe ya taybetî heye.

Herwiha Cîgirê Serokê Komîsyona Ewropa û Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropay tekez kir ku piştevaniya Yekîtiya Ewropayê dê ji bo gelê Kurdistanê berdewam be.

Ji aliyê din ve Serok Barzanî spasî hevpeymanan kir ku di şerê terorîstan de alîkariya gelê Kurdistanê kirine û tekez jî li wê yekê kir ku “Her miletek îradeya wî ya berxwedanê hebe, alîkariya dostên wî jî bi bandor dibe.”

Gefên DAIŞê mijareke dinê civînê bûn û Serok Barzanî sedemên serhildana DAIŞ ji bo şanda mêvan şîrove kir û tekez jî li wê yekê kir ku gefa teror û DAIŞ hêj her maye ji ber ku sedemên dirustbûna wê rêxistinê hêj mane û nehatine çareserkirin.

Serok Barzanî di heman demê de ragihand ku çanda dewlemenda pêkvejiyanê ya li nav gelê Kurdistanê rêgir buye ku terorîst bikarin li nav gelê Kurd de pêgehek ji bo xwe dirust bikin.

Di dirêjahiya vê hevdîtinê de hilbijartinên paşerojê ya Iraqêhatin gotûbêjkirin û  her du aliyan hêviya wê yekê xwestin ku hilbijartineke paqij û bêpirsgirêk birêvebiçê û encamên wê bibin sedema guhertin û aramî û pêkanîna xwestên welatiyan.

b-005.jpgbb.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin