Serok Barzanî: Dr. Roj Pêşmergeyekî wêrek û bi wefayê rêbaza Barzanî û Kurdayetiyê bû

Serok Barzanî: Dr. Roj Pêşmergeyekî wêrek û bi wefayê rêbaza Barzanî û Kurdayetiyê bû

.

A+A-

 Bi boneya koça dawiyê ya Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê Dr. Roj Nûrî Şaweys, Serok Mesûd Barzanî  peyameke serxweşiyê belav kir û diyar kir, Dr. Roj temenê xwe bi navê doza rewa ya gelê Kurdistanê û pêkanîna armancên bilindên gelê Kurdistanê û berevaniya li ax û gel de terxan kir û li wê rêyê da Pêşmergeyeke wêrek û bi wefayê rêbaza Barzanî û Kurdayetiyê bû.  

Serok Barzanî di peyama xwe de wiha dibêje:

“Bi xemeke mezin ve îro Duşem 15.02.2021 Pêşmergeyê kedkar û têkoşer û xebatkarê niştimanperwer ê gelê me û Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê Dr. Roj Nûrî Şaweys ji ber nexweşiyê li bajarê Hewlêrê koça dawî kir.

Dr. Roj Nûrî Şaweys ew şoreşger û Pêşmergeyê mezin bû ku li qonaxên cûda cûda de xebata gelê me û Partiya Demokrat a Kurdistanê, çi li serdema çiya û çi li qonaxa serweriya yasa, birêvebirin, avadankirina Kurdistanê, qonaxa destûr û binyatnana Iraqa nû û karê siyasî û dîplomasî û şerê terorê da berevankarekî sersext ê biha û armancên gelê Kurdistanê bûye û herdem erk û karên xwe dilsozane û Pêşmergane û bi baştirîn awayî encam daye.

Dr. Roj temenê xwe bi navê doza rewaya gelê Kurdistanê û pêkanîna armancên bilindên gelê Kurdistanê û berevaniya li ax û gel de terxan kir û li wê rêyê da Pêşmergeyeke wêrek û bi wefayê rêbaza Barzanî û Kurdayetiyê bû. Koça dawî ya Dr. Roj ji bo me hemûyan astengiyeke mezin e û ji destdana wî ji bo xelkê Kurdistan û Partî ziyaneke mezin e. Kurdistan serkirde û şoreşgereke xwe yê mezin ji dest da. Min jî bira û hevrêyê temen û dostê nêzîk û hevsengereke xwe yê xweşdivî ji dest da.

Serxweşiyê li xwe û malbata niştimanperwerê Dr. Roj serkirdayetî û kadîr û endam alîgirên PDK û heval û hevrê û hevsengerên xwedê jêrazî Dr Roj û bajarê helmet û qurbanî û hemû xelkê Kurdistanê û azadîxwazên Iraq û cîhanê dikim.

Ji xwedayê mezin hêvîdar im ruhê xwedê jêrazî Dr Roj bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşe.''

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin