Serok Barzanî: Cihê destê Kake Roj di hemû qonaxên dijwar ên xebata gelê me de diyar e

Serok Barzanî: Cihê destê Kake Roj di hemû qonaxên dijwar ên xebata gelê me de diyar e

.

A+A-

Serok Mesûd Barzanî di merasîma cenazeyê Dr. Roj Nurî Şaweys de axivî û got: “Ez û Dr. Roj ji sala 1958an ve bi hev re bûn û çirekeyek jî em ji hev dûr neketin.. Cihê destê Kak Roj li hemû qonaxên dijwar ên xebata gelê me diyar e.”

Serok Barzanî di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û ragihand: “Îro ji bo min rojeke gelek xemgîn e. Jidestdana birayek û hevalekî azîz weke Kake Roj hêsan nîne. Ji sala 1958an ve, ez û Kake roj ji dibistanê heta îro em weke du birayan bi hev re bûn. Em çirkeyek jî ji hev dûr neketin. Cihê destê Kak Roj li hemû qonaxên dijwar ên xebata gelê me diyar e. Kesekî wêrek û bi wefa bû ji bo gelê xwe û partiya xwe. Ew dirêjepêderê rêya bav û dayîka xwe bû. Ez bawer im hevalên Kake Roj, dê dirêjepêderê vê rêbazê bibin û dê xebat bikin ji bo wê armancê ku Kake Roj û bi hezaran têkoşerên din û qehremanên din serê xwe di vê oxirê de dane.”

Kake Roj dê her dem di bîra me de be, (Serok Barzanî ji ber xemgîniyê û hêsirên çavan, gotara xwe temam nekir).


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin