Serlêdana NY bo zimanê Kurdî wek tawan hat hesibandin

Serlêdana NY bo zimanê Kurdî wek tawan hat hesibandin

Sîyasetmedarê Kurd Mahmût Alinak, 17ê Sibatê li Qersê bi îdiaya "Yekparçeyîya dewletê têk dide û serbixwebûna dewletê qels dike" hatibû girtin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Di îdianameya sîyasetmedarê Kurd Mahmût Alinak de, lihevanîna malbatan, nameya wî ya bo Netewên Yekgirtî ku têde dibêje Kurdî û Tirkî xwedî heman statuyê bin, çalakîyên li dijî betalî û bihabûnê hatine kirin wek tawan hatine hesibandin. Dozger li gor îdîanemeyê daxwaz kirîye, ku cezayê hetahetayî li Alinak bê birîn

Sîyasetmedarê Kurd Mahmût Alinak, 17ê Sibatê li Qersê bi îdiaya "Yekparçeyîya dewletê têk dide û serbixwebûna dewletê qels dike" hatibû girtin.

Dozgerîyê îdianameya derbarê Alinak de amade kir û Dadgeha Cezayê Giran a 2an a Qersê jî îdianame qebûl kir. Îdianame ji 300 rûpelan pêk tê û piranîya îdianameyê ji daxuyanîyên Alinak û hevdîtinên wî yên bi rêya telefonê û pirtûkên wî pêk tê.

Alinak herî dawî pirtûka xwe ya ni navê "Mehmet Tûnç û Bêkes" çap kiribû û dahata pirtûkê dabû malbata Tûnç. Di îdianameyê de ev yek û nameya wî ya ku ji bo Kurdî û Tirkî xwedî heman statuyê bin ji Neteweyên Yekbûyî şandîye, wek "tawanekî giran" hatîye hesibandin.

Herwiha di îdianameyê de peyvên "Kurdistan" û "şehîd" ku Alinak ji bo endamên rêxistinê bilêv kirine û bilêvkirina wî ya derbarê xebatên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de jî wek tawan hatine hesibandin, ji ber HDK û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) wek sazîyên îllegal hatine nîşandan.

Herwiha di îdianameyê de çalakîya Alinak a bi navê "Nobeta ji bo Jîyaneke Mirovane" ku dijî hejarî û betalîyê kiribû jî sûc hatîye hesibandin. Di îdianameyê de hatîye xwestin ku cezayê hetahetayî li Alinak bê birîn.

Biryar e rûniştina dadgehê roja 13ê Gulanê li Dadgeha Cezayê Giran a 2an a Qersê birêve biçe.

Mahmut Alinak pêştir parlamenterê Partîya Ked a Gelan (HEP) bûye.

Alinak roja 13ê Sibata îsal (2020) li mala xwe li bajarê Qersê yê Bakurê Kurdistanê hatibû girtin

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin