Serdozgeriya Enqerê ji ber pûla Kurdistanê doz li Berdan Ozturk vekir  

Serdozgeriya Enqerê ji ber pûla Kurdistanê doz li Berdan Ozturk vekir  

.

A+A-

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, derbarê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Galan (HDP) û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, ji ber gotinên wî yên derbarê pûla Kurdistanê doz vekir.

Îro roja yekşemê 14.03.2021ê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê daxuyaniyekê de aşkere kir derbarê Parlamenterê HDP Agiriyê û Hevserokê KCDê  Berdan Ozturk de bi îdiaya "propaganda rêxistinê kiriye" doza hiqûqî hatiye vekirin.

Di daxuyaniyê Serdozgeriya Komarê ragihandiye Ozturk "propaganda rêxistinê kiriye" û dibêje: “Parlamenterê HDPê yê xula 27emîn Berdan Ozturk ji hinek malperên nûçeyan re gotiye ‘Wek KDCê li ku derê dibe bila bibe nexşên me, nirxên me ne û me nirxên gelê Kurd û Kurdistan hertim parastiye û em ê dîsa jî biparêzin. Erdnîgariya ku em li serê dijîn, navê vê Kurdistan ê. Ev ne tişteke ku nû hatiye keşfkirin. 5 hezar sal in em li ser vê erdnîgariyê dijîn. Ji ber wê yekê ew nexşeya ku ji bo papa hatiye amadekirin, wek semboleke erdnîgariya Kurdistanê û Mezopotamyayê ye. Lê belê bertekên wan careke din tişkek zelal kir. Îro Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat dibe bila bibe, dijminatiya wan dijminatiya gelê Kurd e, nirxên gelê Kurd e, dijminatiya wan, erdnîgariya ku gelê Kurd li serê jiyan dike ye.’

Hevserokê KCDê û Parlamenterê HDPê Berdan Ozturk ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî gotibû nexşeya Kurdistanê ya ku li ser pûla ku li Hewlêrê hatibû nîşandan, ya hemû kurdan e, û ew gotinên xerab ên li hember Mesûd Barzanî têne kirin ew qebûl nakin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin