Şehîdê Ala Kurdistanê mamoste Îbrahîm Sebah

Şehîdê Ala Kurdistanê mamoste Îbrahîm Sebah

.

A+A-

Peyama serxweşîyê ya Partîya Azadîya Kurdistanê/PAKê sebaret bi şehadeta şehîdê Ala Kurdistanê mamoste Îbrahîm Sebah.

"Bi dilekî bi êş û xemeke mezin, me bihsît ku mamoste Îbrahîm Sebah di destpêka roja yekem a xwendinê de, di dema bilindkirina Ala Kurdistanê de ya dibistana sereta ya li navçeya Şeqlawa şehîd ketîye.

Em hevxemiya xwe pêşkêşê malbat, kesûkarên şehîdê Ala Kurdistanê mamoste Îbrahîm Sebah, şagirtên wî û mamosteyên Kurdistanê dikin û xwe şirîkê êş û xema wan dibînin.

Ruhê wî şad be. Sebir û metanetê ji bo xemxwarên mamoste Îbrahîm Sebah dixwazin."

Buroya Çapemenî û Ragihandinê

PAK-Partîya Azadîya Kurdistanê

08.02.2021

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin