Sê serokatîyên Kurdistanê: Em daxwaz dikin herêma Kurdistanê ji milmilaneyê dûr bigrin

Sê serokatîyên Kurdistanê: Em daxwaz dikin herêma Kurdistanê ji milmilaneyê dûr bigrin

Piştî sê serokatîyên herêma Kurdistanê îro 08.01.2020ê ya taybet derbarê guftûgoyên derbarê rewşa Iraq û navçeyê de civîyan, daxuyanîyek derbarê encamên civînê de belav kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Piştî sê serokatîyên herêma Kurdistanê îro 08.01.2020ê ya taybet derbarê guftûgoyên derbarê rewşa Iraq û navçeyê de civîyan, daxuyanîyek derbarê encamên civînê de belav kirin.

Daxuyanî waha ye:

Daxuyanîya civîna sê serokatîyên herêma Kurdistanê;

Di çarçoveya civîna asayî de, îro 08.01.2020ê sê serokatîyên herêma Kurdistanê li serokatîya herêma Kurdistanê ya li Hewlêrê civîyan.

Di civînê de pêşhateyên dawî yên herêma Kurdistanê û Iraq û navçeyê hatin gotûbêj kirin û helsengandinên hûr bo bûyeran û helwêstê herêma Kurdistanê hat dîyar kirin. Vê çarçoveyê de her sê serokatî nîgeranîyên xwe yên kûr derbarê pêşketina bûyerên li navçeyê hat aşkera kirin, di demekî ku metirsîya terorê berfireh bûye û gefekî rasteqîne bo ser herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê.

Derbarê bûyerên çend rojên borî de jî, bi taybet pêşhateyên vê sibehê, vê derbarê de jî herêma Kurdistanê dîyar dike ku rêkarên leşkerî bi ti awayekî pirsgirêkan çareser nake. Herêma Kurdistanê li gel aram kirina rewşê û dialog û çareserîyên dîplomatîk a pirsgirêk, seqamgîrî û aramîyê ye. Em daxwaz ji hemû alîyan dikin herêma Kurdistanê ji milmilaneyan dûr bigrin.  

Herêma Kurdistanê piştevanîya hêzên hevpeymanîya navdewletî li Iraqê û herêma Kurdistanê bo berdewambûna tekoşîna hember terorê pêwîst dibîne. Bi taybet ku çend mehên borî de tevger û kiryarên terorîstî zêde bûne. Ji ber wê jî em daxwaz dikin civaka navdewletî bi ti awayekî rê nede teror serî rabike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin