Sazîyên sivîl: Li Tirkîyeyê êşkence zêde dibin

Sazîyên sivîl: Li Tirkîyeyê êşkence zêde dibin

Sazîyên sivîl û mafên mirovî radighîn in, ku li Tirkîye êşkence zêde dibe û kesên êşkence dikin, tên parastin.

A+A-

Navenda NûçeyanSazîyên mafên mirovan ÎHD Û THÎV bi daxuyanîyeke hevpar, rapora ku li ser êşkenceyên ku li 8 welatîyên ji Dêrika navçeya Mêrdînê  hatine kirin ragihandin. Di raporê de hat ragihand ku êşkence li Tirkîyeyê wek salên 1990'an zêde dibin û berpirs jî tên parastin.

Rêvebirê ÎHD ya Amedê Veysî Ulgen da zanînku dema wan rapor amade kirine dîtine ku, yên êşkence kirine bê tirsin û gef li welatîyên êşkence li wan hatîye kirin û bijîşkan jî hatine xwarin. Loma jî welatî newêrin êşkenceyê aşkere bikin û ragihînin.

Veysî Ulgen - Rêvebirê ÎHD ya Amedê got: "Di salên 1980 û 90'an de êşkence, muameleyên xirab gelek dihatin kirin û piştî 2000'an êşkence kêm bûbûn û tenê wek derûnî hin tişt dihatin kirin. lê em dibînin k udi van salên dawî de dîsa êşkence zêde dibin û ew êşkence tên veşaartin."

Di raporên sazîyên mafên mirovî de, hat ragihandin ku di 16 û17'ê Çileyê de, li Dêrika navçeya Mêrdînê 8 welatî tên desteser kirin û ji alîyê hêzên ewlehîya Tirk ve li wan êşkence hatîye kirin.

 Kesên ku li girtîhên Tirkîyeyê mane û xizmên girtîyan jî, li TUAY-Der a Dîyarbekirê, ragihandin ku li girtîgehan jî, êşkence bi awayekî sistematik tê kirin û rayedar jî wan kirinan ji nedîtî ve tên.

Xezal Yildirim- dayika girtîyekî ku 11 sal e girtî ye, got: "Gedê min bû 11 sal ku di girtîgehê de ye. Li girtîgehan Bafrayê ya Samsûnê ye. Ev 3 meh e ku ez neçûyîme balê. Ji ber ku dû re, derfetê me tunebû û sar e jî 3 meh e kum in wî nedîtîye. Pir tada li wan tên kirin ku ji bo em neêşin ji me ra jî nabêjin. Lê hefteya borî gotibû wêneyê kum in xwestîye neşînin."

Feraşil  Karazî- dayika girtîyekî ku 4 sal e girtî ye dibêje: "Yanî heqaretên giran li wan tên kirin, nexweşin naşînin nexweşxana, ji bo serşoyê ava sar didin wan wan, ava vexwarinê kirêt dikin hêj didin wan û xwarinên wan dîsa wisa. Yanî nexweş jî dikevin, ji bo ku ew kirinên xirab nebînin, daxwaza çûyîna nexweşxaneyan jî nakin."

Emîn Ay - girtîyê nû ji zindanê derketîye dibêje: "Li girtîgehan tu mafên zagonî ku yên girtîyan e jî nayên dayîn. Yanî ji bo ku şert û mercên girtigehê girantir bikin û li nav zindanê, zindanekî din pêk bînin, serî li hemû rêbazan didin."

Sazîyên sivîl, daxuyandin ku hem li derve, hem jî li girtîgehan, zagon nayên nasîn û kesên ku zagonan bi êşkence û kirinên xwe binpê dikin jî tên parastin loma jî her diçe, binpêkirina zagonan û kirina êşkenceyan jî zêde dibe.

K24

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin