Şandeya HDPê bi YNKê re civiya

Şandeya HDPê bi YNKê re civiya

Şandeya Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) bi rayedarên YNKê re hevdîtin kir.

A+A-

Şanda HDPê ya bi serokatiya hevseroka partiyê Pervîn Bûldan, ku ev çend roj in li Herêma Kurdistanê ne, îro danê sibê li bajarê Silêmaniyê bi rayedarên YNKê re hevdîtin kirin.

Li gorî agahiyan, şanda HDPê dê piştî nîvro jî bi rayedarên Gorranê re hevdîtin bike.

Şanda HDPê, ku ji hevseroka partiyê Pervîn Bûldan, Osman Baydemîr, Feleknas Ûca, Berdan Ozturk û Îmam Taşcîer pêk hatiye, heta niha bi Serok Mesûd Barzanî, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û rayedarên partiyên Şûî, Yekgirtû, Zehmetkêşan û Komela Îslamî re hevdîtin kirine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin