Şandên bilind ên PDKê û Gorran dê bicivin

Şandên bilind ên PDKê û Gorran dê bicivin

Biryare îro 17.12.2019ê şandeyên bilind ên Partîya Demokrat a Kurdistan (PDK)ê û Tevgera Gorran li politburoya PDKê ya li Pîrmamê bicivin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Biryare îro 17.12.2019ê şandeyên bilind ên Partîya Demokrat a Kurdistan (PDK)ê û Tevgera Gorran li politburoya PDKê ya li Pîrmamê bicivin.

Li gor zanyarîyên basnewsê civîna PDKê û Gorran di asta bilind a her du alîyan de dibe û guftûgo derbarê rêkeftina navbera her du alîyan a taybet derbarê pêkanîna hikûmetê û bicîhanîn karnameya kabîneya nehem a hikûmet û projeyasaya çaksazîyê de dikin.

Bendewarî tê kirin her di vê civînê de behsa rewşa sîyasî ya Iraqê û herêma Kurdistanê jî bê kirin.

Herçend biryar bû ev civîn heftîya borî bihata kirin jî, lê ji ber beşek ji endamên şandeyê derveyî welat bûn civîn bo îro hatibû paşxistin.

Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin