Şandeke pilebilind a Amerîkayê îro serdana Tirkîyê dike

Şandeke pilebilind a Amerîkayê îro serdana Tirkîyê dike

Şandeke pilebilind a Amerîkayê, ku ji Nûnera Amerîkayê ya li Netewên Yekgirtî Kelly Craft û Nûnerê Amerîkayê yê bo karûbarên Sûrîyê James Jeffrey pêk tê, serdana Tirkîyê dike.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor agahîyan, şanda Amerîkî îro dê bigihe Enqerê û li gel rayedarên Tirkîyê hejmarek hevdîtinan encam bide.

Herwiha li gor zanyarîyan, şanda Amerîkayê dê bi rayedarên Tirk re rewşa Idlibê û pêşhatên herî dawî li wê navçeyê û mijara koçberan gotûbêj bike.

Serdana şanda pilebilind a Amerîkayê bo Tirkîyê, hevdem e ligel zêdebûna şer û pevçûnên di navbera komên çekdar ên opozisyona Sûrîyê û hêzên hikûmeta Sûrîyê de li Idlibê û herwiha zêdebûna alozîyên di navbera Tirkîye-Sûrîye û Tirkîye-Rûsyayê de ye.

Alozîyên li Idlibê piştî wê yekê dest pê kirin, ku hikûmeta Sûrîyê di berdewamîya hewlên xwe yên ji bo kontrolkirina navçeyên di destê opozisyonê de, bi piştgirîya Rûsya û Îranê êrîşeke berfireh bo ser parêzgeha Idlibê da destpêkirin û gelek cih ji kontrola komên çekdar ên opozisyonê derxistin.

Li hember jî Tirkîyê piştgirîya xwe bo çekdarên opozisyonê zêde kir û li sînorê Idlibê li hêzên hikûmeta Sûrîyê xist, ku bû sedema bersiva hêzên rejîmê û di encama êrîşekê de 34 serbazên Tirkîyê hatin kuştin.

Herwiha ev serdan di demekê de tê, ku Tirkîyê wek karteke fişarê bo ser Yekîtîya Ewropayê, sînorên xwe li ber koçberan vekirîye û bi gotina Wezîrê Navxwe yê Tirkîyê Suleyman Soylu, ji dema vekirina sînoran ve heta duh Yekşemê zêdetir ji 100 hezar koçberan xwe gihandine ser sînorê Ewropayê.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin