
Şandeke HDPê wê biçe serdana Herêma Kurdistanê
Hate ragihandin ku şandeke Partiya Demokratî ya Gelan (HDP) di 6 vê mehê de, wê serdana Herêma Kurdistanê bike.
A+A-
Şanda HDP ji hevseroka wê partiyê Perwîn Buldan û Parlamenter Osman Baydemîr, Feleknas Ûca, Îmam Taşçier, Berdan Ozturk û çend rêvebirên din ên partiyê pêk tê.
Şanda HDP li paytexta Kurdistanê Hewlêrê, wê li gel Serok Mesûd Barzanî, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û çend berpirsên din hevdîtinan bike.
Herwiha wê şanda HDP serdana Silêmaniyê bike û li wir jî wê li gel berpirsên YNK û Tevgera Goran bicive.
Li gorî zanyariyan, armanca sereke ya wê serdanê, destpêkirina gotûbêjan ji bo pêkanîna yekîtiya netewî Kurdî ye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin