Şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê

Şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê

.

A+A-

Şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê,  bi armanca guftûgokirina pirsa budçe û cibicîkirina pişkê ji projebudçeya Iraqê, diçe Bexdayê.

Projeyasaya Iraqê ya sala 2021an 64 tirilyon Dînar e, pişkê Herêma Kurdistanê ji wê projeyasayê nêzîkî 14 tirilyon Dinar e.

Li gor Îdareya Ragihandinê ya Parlamentoya Iraqê îro belav kir, biryar bû îro piştî nîvro şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Komîteya Darayî biciviya, lê civîn ji bo sibe hat paşxistin.

Cîgirê Serokwezîrê Hikûmetê Qubad Talebanî, ku di dema borî de serokatiya şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikir, vê carê û ji ber ku bi vîrûsa Koronayê ketiye, bi şandeyê re naçe Bexdayê.

Şande vê carê ji Wezîrê darayî Awat Şêx Cenab, Wezîrê Plandananê Dara Reşîd, Wezîrê Herêmê ji Pêwendiyên ligel Bexdayê Xalid Şiwanî û Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah pêk hatiye.

Di hundurê 15 rojên borî de, Komîta Darayî ya Parlamentoya Iraqê li derveyî avahiya Parlamentoyê dest bi zincîr civînan bi hemû aliyên Iraqî kiribû. Bi gotina endamên wê komîteyê, da ku daxwaza hemû aliyan bi wekhevî di nava projebudçeya Iraqê de bicih bibin.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin