Şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê: Em ji reftara Mihemed Elawî nerazîne

Şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê: Em ji reftara Mihemed Elawî nerazîne

Endamekê şanda danûstankarê Herêma Kurdistanê ragehand: Mehemed Tewfîq Elawî rêzê li îradeya sîyasî û yasayî ya Herêma Kurdistanê negirtîye û ji reftarên wî nerazîne û dê vegerîn Hewlêrê.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Di hevpeyvîneka taybet de bo Kurdistan24, endamê şanda danûstankarê Herêma Kurdistanê li gel Bexdayê, Mehemed Seidedînragehand, civîna şanda Herêma Kurdistanê li gel Mehemed Tewfîq Elawî, raspatîyê pêkanîna kabîne ya nû ya hikumeta Îraqê negehiştîne ti encaman.

Got jî: Şêwaza reftarkirina Elawî li gel şanda Herêma Kurdistanê di asta pêwîst de nebû û wî ti rêzek bo îradeya sîyasî û yasayî ya Herêma Kurdistanê nedan. Ew di pirsa pêkanîna kabîneya nû ya hikumeta Îraqê de şareza nîne yan jî nîyaz û nîyeta wî nîne Kurd pişikdarî di kabîneyê de bike û reftareka ne tendurst li gel Herêma Kurdistanê û şanda danûstankarê wê kirîye.

Mehemed Seidedîn got jî: Rûniştin û civîn li gel Mehemed Tewfîq Elawî bê encam bûye, herçede tevaya alîyan tekez li ser pişikdarîya Herêma Kurdistanê dikin di pêkanîna kabîneya nû hikumeta Îraqê de.

Tekez jî kir, şanda Herêma Kurdistanê razî nîne ji reftara raspartîyê pêkanîna hikumeta nû ya û wê şêwaza reftara wî red dikîn.

Amaje  bi wê yekê jî kir, Elawî bi van corên reftaran û wê şêwaza girtîye ber xwe, nekare serkevtî be di pêkanîna kabîneya nû ya hikumetê de.

Di pişkeka dî ya axiftinên xwe de, endamê şanda danûstankarê Herêma Kurdistanê, Mehemed Seidedîn behsa wê yekê kir, ku armanca sereke ya şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê, hevkarîkirina Îraqê û alîyên sîyasî bû bo rizgarkirina Îraqê ji wan kirîz û arêşeyên bi sedema destvekişandina kabîne ya hikumetê rûbirûyê wê bûye.

Şanda Herêma Kurdistanê pêkhatibû ji nwênerên hizbên sereke, sazîyên destûrî û pêhateyên cuda yên Kurdistanê.

Basnews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin