Şanda ewlehiya Iraqê serdana Mexmûrê kir

Şanda ewlehiya Iraqê serdana Mexmûrê kir

.

A+A-

Hat ragihandin ku îro 14ê Hezîranê şandeke ku ji rayedarên Wezareta Koç û Koçberan û saziyên ewlekariyê pêk dihat, serdana Mexmûrê kir ku di demên dawî de rastî êrîşên Tirkiyê hatibû.

Şanda Iraqê li avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi şandeke niştecihên Mexmûrê re hevdîtin pêk anî ku endamên şandê diyar kirine ku ew ji bo lêkolînkirina ser êrîşên bi ser Mexmûrê de hatine.

Endamên şanda Bexda, li kampa Mexmûrê hejmarek hevdîtin ligel xelkê Mexmûrê û rêveberên xwecihî re pêk anîn û diyar kirin, ew lêkolînê li ser êrîşên Tirkiyê dikin.

Herwiha şanda iraqî daye xuyakirin ku dê serdanên wan bidomîn û ew dê hewl bidin alîkariyên pêwîst bigihînin kampa Mexmûrê ya penaberan.

Hêjayî gotinê ye, di çend hefteyên dawî de bi hinceta hebûna PKKê balafirên Tirkiyê kampa Mexmûrê bombebaran kiribû ku di wan êrîşan de hejmarek kes jî hatibûn kuştin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin