Şam: Tirkîyê qirkirina netewî li rojhelatî Firatê dike

Şam: Tirkîyê qirkirina netewî li rojhelatî Firatê dike

Wezîrê Derve yê Sûrîyê radighîne, wan civîn bi alîyê Tirkîyê re kirine, lê bê encam bûne û Tirkîye tometbar kir ku ew sîyaseta qirkirina netewî li rojhelatî Firatê pêk tîne.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Wezîrê Derve yê Sûrîyê Welîd Mûalim ji medyaya Rûsî re ragihand, di berê de wan civîn bi alîyê Tirkî kirine lê bê encam bûn, heta Tirkîye xaka Sûrîyê dagîr dike, dê hevdîtin her tim bê encam bin.

Muelim got jî, rêkeftina Rûsî - Tirkî li rojhelatê Firatê berdewam û cîgîr e û Tirkîyê sîyaseta qirkirina netewî li rojhelatî Firatê pêk tîne.

Dîyar jî kir, alîyê Rûsî û Îranî ji Hikûmeta Sûrîyê re tekez kirine, dê hebûna Tirkîyê li Sûrîyê bi awayekî demkî ye. Lê got jî, dema Tirkîye minhaca xwendinê li Efrîn û Cerablusê dixe dibistanan, ev nîşana “demkî” nade.

Wezîrê Derve yê Sûrîyê di derbarê dorpêçkirina xalên çavdêrîyê yên Tirkîyê li parêzgeha Idlibê de got, du xalên Tirkîyê li başûrê Idlibê ji alîyê hêzên rêjîma Sûrîyê ve dorpêçkirî ne, lê ewê rê bidin ku hêzên Tirkî ji wan xalan derkevin.

 

"Amerîka nahêle em û kurd li hev bikin"

Her wiha Welîd Mûelîm  ragehand peywendîyên Şam û kurdan li Sûrîyê negihaye wê yekê ku kûrahî û rehenda sîyasî hebe, çunkû Amerîka carna destberdarê kurd dibin û carek din jî dibêjin, em wan bicî nahêlîn.

Mûelîm behsa hûrkarîyên serdana serokê nivîsîngeha ewlekarîya nîştîmanî ya Sûrîyê, Elî Memlûk bo Qamişloyê kir û got: “Ew serdan bo haydarbûnê bû ji rewşa ewlekarî û serbazîya wê deverê.”

Herweha got: “Danûstandinên Memlûk li gel berpirsên kurd kûrahîyên sîyasî ne bûye, ji ber ku ev yek girdayî ye bi peywendîyên di navbera kurd û Amerîkayê de li deverê, ku carekê destberdarê kurd dibin û careke din jî dibêjin, wan bicî nahêlîn, lewre danûstandinên me bi temamî rawestîyane.”

Welîd Mûelîm xuya jî kir, dema kurd dibêjin, em pişkek in ji vî welatî û dixwazîn vegerîn bo hembêza welat, wan riwangeh, nerîn û sîyaseteke pirogramkirî ya çespayî  neguher nîne.

Di destpêkê vê mehê de, Elî Memlûk serdana Qamişloyê kiribû û li gel berpirsên Rêveberîya Xweser û kesatîyên civakî yên deverê civîya bû.

Serdana Memlûk piştî wê yekê hat, ku fermande yê Hêzên Sûrîya Demokrat (HSD), Mezlûm Ebdê ragehandibû, ew li gel Rûsîyê gihiştine rêkevtinê daku hêzên Rûsîyê biçin bo deverên Amûdê, Tel Temir û Eyîn Îsa li bakûra rojhelata Sûrîyê.

Basnews, K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin