Salek ji ser şewba vîrusa Koronayê derbas dibe

Salek ji ser şewba vîrusa Koronayê derbas dibe

.

A+A-

Li gor Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) di 11ê Adara 2020an de diyar kiribû, nexweşiya vîrusa Korona ‘‘şewb/pandemî’’ ye û ew dê şewbeke cîhanî be.

Vîrusa Korona, cara pêşî di dawiya Berfanbara 2019an de, li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê destnîşan dikin, li cîhanê heta niha 118,4 milyon kes bi vîrusa Korona ketine û 2,628,279 kes bi wê can dane.

Herwiha vîrusa Korona, herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan nêzî 30 milyonan e û 530,606 kes bi wê can dane.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin