Rûsyayê êrişa Amerîkayê ya bo ser Sûriyê şermezar kir

Rûsyayê êrişa Amerîkayê ya bo ser Sûriyê şermezar kir

.

A+A-

Wezareta Derve ya Rûsyayê êrişa Amerîkayê ya bo ser rojhilatê Sûriyê şermezar kir ku têde milisên ser bi Îranê vê kiribû hedefa xwe.

Wezareta Derve ya Rûsyayê êrişa Amerîkayê ya bo ser rojhilatê Sûriyê şermezar û ew êrişe weke  binpêkirina yasaya navdewletî pênase kir.

Çavkaniyeke ji Wezareta Derve ya Rûsyayê ji ajansa fermî ya wî welatî Sputnikê re ragihand: “Êriş li nav axa welateke endamê Neteweyên Yekbûyî bûye. Ev yek binpêkirineke hiqûqa navneteweyî ye û nayê qebûlkirin. Divê diyar bikin êrişê kê dikin.”

Hema çavkanî dibêje ku Îran li Sûriyê di şerê dijî DAIŞê de hevkariya artêşa Sûriyê dike û got: “Ew ji bo hevkariya hikûmeta rewa û gelê Sûriyê di şerê dijî terorê de dibin alîkar.”

Amerîkayê li Sûriyê êrîşî komên Îran piştgiriyê dide wan kir

Artêşa Amerîkayê bi sedema têkiliya wan bi êrîşên li Hewlêr û Iraqê re heye li Sûriyeyê êrîşî komên Îran piştgiriyê dide wan kir.

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku êrîşî komeke li Sûriyeyê kirin ku Îran piştgiriyê dide wan û got wisa difirkirin ku têkiliya vê komê bi êrîşên li Hewlêr û Bexdayê re heye.

Berdevkê Wezareta Parastina Amerîkayê John Kirbyyê got:  “Li ser fermana Serokê Amerîkayê Joe Biden li Sûriyê êrîşî wargeha komên çekdar ên Îran piştgiriyê dide wan kirin.”

Kirby destnîşan kir ku wekî bersiva êrîşên bi roketan li Hewlêr û Iraqê hatin kirin ev êrîşa kirin û wiha pê got: "Bi taybetî di vê êrîşê de Ketaîb Hîzbullah, Ketaîb Seyîd Şuheda jî tev li tesîsên hin komên Îran piştgiriyê dide wan xistin û gelek cih hatin xirabkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin