Rûsya: Trumpî daxwaza hevdîtinê ji Pûtînî kir

Rûsya: Trumpî daxwaza hevdîtinê ji Pûtînî kir

Cîgirê Serokê Dewleta Rûsyayê Yûriy Ûşakov ragihand ku Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump 20ê Adarê di axiftina xwe ya telefonê ya bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re daxwaza hevdîtinê kir.

A+A-

Li gor Sputnikê Ûşakov ji rojnamegeran re axivî û da zanin ku Trump daxwaz kir ku bi Pûtîn re rû bi rû hev bibînin. Ûşakov, "Ger her tişt bi awayekî asayî berdewam bike hêvîdar im ku derbarê daxwaza hevdîtin3e de fikrê xwe neguherînin"

Trump 18ê mehê piştî serkeftina Pûtînî di hilbijartinên Serokdewletiya Rûsyayê de li Pûtîn geriya bû û wî pîroz kiribû.

Ûşakov, "Trump daxwaz kir ku hevdîtina ewil li Koşka Spî pêk were. Trump ev pêşniyazî di axaftina xwe ya bi telefonê re kir."

Ji aliyê din ve Ûşakov da xuyakirin ku li ser bijehrîkirina sîxûrê berê yê rûsî Sergey Skripal û keça wî Amerîkayê piştgiriî da Londonê û 60 dîplomatên rûsî dersînor kirin, ev yek bû sedema ragêşiyan.

Ûşakov, "Ez hêvîdar im ku şert û merc rê bidin ku rewşa niha were gotûbêjkirin. Lewra bi dîtina me ev yek gelek girîng e. Ev hevdîtin ne tenê ji bo welatên me herwiha ji bo raya giştî ya navdewletî jî girîng e."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin