Rûsya: Me 200 çekdar kuştin

Rûsya: Me 200 çekdar kuştin

.

A+A-

Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan navendeke çekdaran li Sûriyê bombebaran kiriye û nêzîkî 200 çekdar hatine kuştin

Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku hêzên wan li bajarê  Tedmûr ê şûnwarî li Sûriyê li dijî navendeke çekdaran êrişek pêk anîne.

Cîgirê Rêvebirê Navenda Lihevanîna Aliyên Sûrî yê Rûsyayê Aleksendr Karpov di daxuyaniyekê de got: “Li gor agahiyên berdest, çekdarên li bakurê rojilatê Tedmûrê, baregeheke veşartî ava kirine û li wê derê rahênan bo çekdaran dihat kirin ku biçin li deverên din ên welat operasyonên terorîstî encam bidin. Herwiha li wê derê teqemenî dihatin amadekirin.”

Aleksendr Karpov diyar kir ku piştî zanyariyên piştrastkirî derbarê wê navenda çekdaran de wan êrişa xwe pêk aniye.

Karpov dibêje: “Firokeyên me baregeha veşartî ya îekdaran kir armaca xwe û di encama bombebaranê de ev baregeh hat rûxandin û nêzîkî 200 çekdaran hatin kuştin û 24 otomobîlên hatine biçekkirin û 500 kîlogram teqemî hatine jinavbirin.”

Karpov got jî, "Piştî piştrastkirina daneyên ji gelek kanalan di derbarê kordînatên malperên terorîst de, balafirên Hêzên Hewayî yên Rûsî êrişan pêk anîn ku di encamê de deverên veşarî hate rûxandin û heya 200 milîtan û 24 wesayîtên çar-drive-barkirî barkirî mitralyozên kalîber giran, ji xeynî nêzîkê 500 kîlogram Muhîmat û pêkhatên ji bo hilberîna bombeyên bidestçêkirî. "

Cîgirê Rêvebirê Navenda Lihevanîna Aliyên Sûrî yê Rûsyayê herwiha tekez kir ku komên çekdar ên neyasayî plan dikin ku dest bi operasyonên terorîstî û êrişan li ser saziyên hikûmeta Sûrî  li bajarên mezin bikin, ew jî berî  berî hilbijartinên serokatiyê li welatî bêne encamdan.

Di heman demê de Aleksendr Karpov got: “Li deverên dervey konrola hêzên hikûmeta Sûriyê rahênana terorîstan li kampan tê kirin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin