Rûsya îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî derewand

Rûsya îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî derewand

Rayedarên Navenda Lihevanîna aliyan a li Sûriyeyê ya Rûsyayê îdîayên ku çekên kîmyewî ji aliyê Artêşa Sûriyeyê li Dûmayê hatine bikaranîna red kirin.

A+A-

Birêveberê navenda lihevanîna rûsî ya nêzîkî Laziqiyeyê Yuriy Yevtuşenko li ser îdîayên ku artêşa Sûriyeyê li Dûmayê çekên kîmyewî bi kar anîn axift û got, "teqez, em vê agahiyê red dikin."

Ji aliyê din ve, Yevtuşenko got, piştî komên çekdar ji Dûmayê derkevin, amade ne pisporan bişînin da ku îsbat bikin ku ev îdîa hûnandî ne.

Yevtuşenkoyî got, "çend welatên rojavayî hewl didin operasyonên derxistina milîtanan ji Dûmayê yên dewam dikin asteng bikin" û diyar kir ku ji ber vê jî dewletên rojava wê temaya ku herî zêde jê hez dike bi kar anî, ew jî ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn.

Herwiha Yevtuşenko destnîşan kir ku yek ji wan koman ên ku îdîayên bikaranîna bombeya klorê ji aliyê Artêşa Sûriyeyê li Dûmayê belav kir, rêxistina Xûzeyên Spî ye ku xwe wek rêxistineke alîkariya sivîl dide nasîn û bi belavkirina nûçeyên derew tê nasîn.

 

DÛMA HERÊMA DAWÎ BÛ

Rayedarê rûs Yevtuşenko diyar kir ku operasyona derxistina rêxistina Ceyşul Islamê ya ku rêkeftin nekir ji Dûmayê îro dê destpê bike.

Yevtuşenko diyar kir ku ji bo derxistina sivîlan ji Dûmayê hîn jî korîdora mirovî ya Wafidînê vekirî ye.

Bi saya "navbira mirovî ya ku bi bizava Rûsyayê pêk hatibû, komên çekdar ji Xûtaya hatibûn derxistin û Dûma herêma dawî bû ya ku di destê rêxistinên çekdar de mabû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin