Rûsya | Hejmara miriyên êrîşa dibistanê zêde bû

Rûsya | Hejmara miriyên êrîşa dibistanê zêde bû

.

A+A-

Li paytexta Komara Tatarîstan a girêdayî Rûsyayê, Kazanê du kesên çekdar êrîşî dibistanê kir ku li gorî zanyariyên dawî, 13 kes di êrîşê de hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.

Destpêkê hatibû ragihandin ku di encama êrîşa ser dibistanê de, momeste jî di nav de 11 kes hatine kuştin, lê li gorî zanyariyên dawî hejmara miriyan derket 13 kesan.

Herwiha hat diyarkirin ku êrîşkarekî 17 salî hatiye girtin û yekî din jî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye kuştin.

Li ser sedema vê êrîşê hîn daxuyaniyek nehatiye belavkirin, nehatiye zanîn bê êrîşeke terorî ye yan na.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin