
Rûsya: Em nizanin ka yekpariya Sûriyeyê dê çawa were parastin
Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkovî îro derbarê Sûriyeyê de axift û got, "Heta niha jî ne zelal e ka yekpareyiya Sûriyeyê wê çawa bête parstin".
A+A-
Ryabkov îro wiha axivî: "Heta niha jî ne zelal e ka yekpareyiya Sûriyeyê wê çawa bête parstin. Ez bawer im, ku hûn ê jî bi min re hemfikir bin ku Beşar Esad (serokê Sûriyeyê) û hikûmeta wî ji alîyê gelê xwe ve hatine hilbijartin".
Herwiha Ryabkovî di berdewamiya axiftina xwe de wiha got: "Dîroka tekoşîna wan ya bi terorîzmê re gelek trajîk e û em nizanin ew rewş wê çawa bête çareserkirin, em nizanin wê Sûriye wek dewleteke yekpare parastî bimîne yan na."
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin