RSF: Tirkiye ji bo rojnamegeran bêdeng bike qanûna terorê bikar tîne

RSF: Tirkiye ji bo rojnamegeran bêdeng bike qanûna terorê bikar tîne

.

A+A-

Rojnamegerên Sînornenas li Tirkiyeyê lêkolîna dadgehkirinên 12 rojnamegeran kiriye û gotiye ku “rojnamegerên ji bo berjewendiyên civakê lêkolînan dikin bi dozên terorê tên tacîzkirin.”

Rojnamegerên Sînornenas (RSF) lêkolîna doza 12 rojnamegeran kiriye ku li Tirkiyeyê ji ber ‘Qanûna Dijterorê’ (TMK) tên dadgehkirin.

RSFyê gotiye ku li Tirkiyeyê desthilat sîstema darazê manîpule dike û ev jî derbeyê li azadiya çapemeniyê dixe. RSFyê her weha diyar kiriye ku “Li Tirkiyeyê rojnamegerên ji bo berjewendiyên civakê nûçeyan çêdikin, her diçe cezayê girtîgehê bêhtir didin ber çavên xwe.”

Rêxistinê diyar kiriye ku ji ber lêkolînên xwe, rojnameger bi awayekî bi rêk û bêk “bi sîxurtiyê”, “propagandaya terorê”, “heqaret” an jî “reşkirinê” tên tohmetkirin û di demên dawiyê de tohmeta ku “nasnameya kesên li dijî terorê têkoşînê dikin aşkere dikin” li van zêde bûye: “Gefa avêtina girtîgehê her daîm li ser rojnamegerên ku nûçeyan çêdikin heye.”

RSFyê doza li Alîcan Ûlûdag, nûçegîhanê berê yê rojnameya Cumhuriyetê û Olcay Buyukbaş Akça, midûrê karûbarên nivîsan ê heman rojnameyê bibîr xistiye ku duh (15ê Hezîranê) li 32yem Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hatibû.

Ûlûdag û Akçayî derbarê êrîşa bombeyî ya di 10ê Çiriya Pêşiyê ya 2015an de li Gara Enqereyê pêk hatibû nûçe çêkiribûn ku di encamê de 107 kesan can dabû. Her du rojnamegeran di nûçeyên xwe de îdia kiribûn ku hêzên ewlekariyê, li pey komeke DAIŞiyan bû û ew kom li kelûpelên teqemeniyê digeriyen. Rojnamegeran diyar kiribû ku ew teqemenî di êrîşa Enqereyê de hatine bikar anîn lê hêzên ewlekariyê piştî demekê dev ji şopandina van DAIŞiyan berdaye.

Ûludag û Akçayî duh beraet kirine.

“Bi awayekî sîstematîk li dijî biryarên beraetê derdikevin”

RSFyê di dewama daxuyaniya xwe de wiha gotiye: “Li Tirkiyeyê înkarkirina serweriya hiqûqê, hatiye wê astê ku rojnameger dema beraet dikin jî ti carî rehet nabin. Lewma dozgerî her carê li dijî biryarên beraetê derdikevin û ji bo li dadgeheke bilindtir ew mehkûm bibin her tiştên ji dest tê dikin.”

Rewşa Ûlûdag û Dûygû Guvençê ji bo vê mijarê weke mînak nîşan daye. Ew doz bibîr xistiye ku piştî Andrew Bronson, keşeyê DYAyî di Çiriya Pêşiyê ya 2019an de serbest bûye, hatibû vekirin.

Ûlûdag û Guvençê di vê dozê de beraet kiribûn lê dozger li dijî vê biryarê derketibû û wê her du rojnmeger di mehên pêş de careke din werin dadgehkirin.

Doza kuştina Berkin Elvanî li rojnamegeran vekirine

RSFyê behsa wan dozan kiriye ku li Canan Coşkûn, Alî Açar û Can Ûgûrî vekirine. Rojnamegeran ji ber ku li ser doza kuştina Berkîn Elvanî çêkirine tên dadgehkirin. Rojnameger di 8ê Hezîranê de derketin pêşberî heyeta dadgehê û dozgerî xwest ku 3 sal cezayê girtîgehê li her yek ji wan were birîn.

Doza ku li Abdurrahmon Gokî vebûye

RSFyê doza ku li rojnameger Abdurrahman Gokî vebûye jî weke mînak nîşan daye. RSFyê diyar kiriye ku Gokî fotografên dema kuştina Kemal Kûrkûtî kişandiye û weşandiye û ji ber vê jî bi tohmeta “endamê rêxistinê ye” û “propagandaya rêxistinê kiriy” doz lê hatiye vekirin. Rêxistinê bibîr xistiye ku Gok wê di 30ê Îlonê de derkeve pêşberî heyeta dadgehê.

Ji ber “Fahrettîn Altûnî” doz li rojnamegeran vekirine

RSFyê di lêkolîna xwe de cih daye wan nûçeyan ku rojnameger Hazal Ocak, Îpek Ozbey, Vedat Arik û Olcay Buyukbaş Akçayî derbarê Fahrettîn Altûn, Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê de weşandine. RSFyê gotiye ku dibe ji ber nûçeyeke têkiliya wê bi terorê re nîne, sê sal cezayê girtîgehê li rojnamegeran bibirin.

RSFyê dozên li dijî Can Dundarî jî hatine vekirin weke “hewldanên tolhildana edlî” binav kiriye. 

Tirkiye di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanî ya 2021an a RSFyê de ji nava 180 welatan di rêza 153yan de ye.

Bîanet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin