RSF: Di 19 salan de Tirkiye 54 rêz paşde ket

RSF: Di 19 salan de Tirkiye 54 rêz paşde ket

.

A+A-

 Li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya sala 2021ê ya Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Tirkiye di rêza 153an de ye ku bi giştî 180 welat hatine rêzkirin.

RSFyê Endeksa xwe ya nû bi navê “Rojnamegerî, Derziya Dezenformasyonê” aşkeri kiriye û gotiye ku li 73 ji sedî yê cîhanê ango li 130 welatan rojnamegerî di nav şert û mercên giran an jî hinekî giran de tê kirin.

Deloire: Li dijî dezenformasyonê rojnamegerî misogeriya me ye


Christophe Deloire, Sekreterê Giştî yê RSFyê endeksa îsal şîrove kiriye û wiha axiviye: “Digel ku rojnamegerî li dijî dezenformasyonê bibandortirîn derziye, aktorên polîtîk, ekonomîk, teknolojîk û car caran yên çandî çêkirin û ragihandina nûçeyan mixabin gelek caran asteng dikin. Rojnamegerî ji bo nîqaşa civakî xwe bispêre cûreyiya zanyariyên piştrastkirî, li dijî belavbûna dezenformasyonê ya bi rêyên platformên dijîtal û tevnên civakî, misogeriya sereke ye.”

Tirkiye: Bi saya Belarûsê rêzekê bilind bû


RSF rapora xwe li gorî rewşa pirrengiya di medyayê de, şertên karî û serxwebûna medyayê, oto-sansur û midaxeleyên li nûçeyan, sînorên yasayî, zelalbûn, binesazî û binpêkirinan ya li 180 welatan dinirxîne û weke rapor amade dike. Ev rapor cara pêşiyê di sala 2002yan de hatibû amadekirin û Tirkiye wê salê di rêza 99an de bû.

Di salên ku gotûbêjên endamtiya Yekîtiya Ewropayê pêk dihatin de berovajî rewşê Tirkiye di lîsteyê de ber bi jêr diket. Li gorî van raporan Tirkiye di sala 2016an de di rêza 151an, di sala 2017an de di rêza 155an, di salên 2018 û 2019an de di rêza 157an û di sala 202an de di rêza 154an de bû. Di du salê dawiyê de Tirkiye weke ku “pêşketibe” xuya dike. Ji ber ku di lîsteyê de li welatên di pêşiya Tirkiyeyê de ne, şert û mercên azadiya çapemeniyê girantir bûne û di encama guhertina yasayan de li Tirkiyeyê rojnameger hatien tehliyekirin û li gorî demên berê, li şûna girtinê cezayên kontrola edlî dane wan ev rewş wiha xuya dike. Tirkiye di endeksa sala 2021ê de bilind bûbû rêza 153yan. Lê di dema çalakiyên girseyî yên li dijî encamên hilbijartina serokomariyê de ji ber ku zor zextên gelekî giran li rojnamegeran hatibû kirin, Tirkiye di lîsteyê de ketibû rêza 158an.

Li Yekîtiya Ewropa û Balkanan paşketin heye


Di serê lîsteyê de Norwêc, Fînlandiya û Swêd hene ku weke “mînakên baş ên Nordîk” tên binav kirin. Her weha ji ber zêdebûna tundkariya li ser rojnamegeran û desteserkirinên kêfî welatên Yekîtiya Ewropayê û Balkanan di lîsteyê de bi paş ketine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin