Romana Salman Rushdie li Tirkiyê bi peyva 'Kurdistan' tê belavkirin

Romana Salman Rushdie li Tirkiyê bi peyva 'Kurdistan' tê belavkirin

.

A+A-

Salman Rushdie nivîskar û romannivîsê navdar ê Hindî-Brîtanî û yek ji romannivîsên herî navdar ên cîhanê ragihand, Weşanên Can ji ber sansura peyva “Kurdistan” ku di wergera Tirkî ya romana wî de kirine, lêborîn jê xwestiye û dê careke din pirtûka wî bi peyva Kurdistanê bê çapkirin û weşandin.

Di pirtûka ji aliyê Weşanxaneya Canê ve ya bi wergera Begum Kovulmaz hatî çapkirin de, li şûna peyva "Kurdistan" ya di orjînala Îngilîzî de “erdên Kurd lê dijîn” hatiye bikaranîn. Tora Medyayî ya Rûdawê wek yekemîn dezgeha medyayî, derbarê mijarê de nûçe amade kir û piştî wê yekê mijara sansurkirina peyva Kurdistan ji aliyê weşanxaneya Tirkî ya Weşanên Can ve di romana Salman Rushdie de bû rojev.

Piştî ku derket holê peyva “Kurdistan” ku nivîskarê navdar ê cîhanê Salman Rushdie di romana xwe ya bi navê “Sihirbazê Floransa” de bikar aniye, di wergera wê ya Tirkî de hatiye sansurkirin, Salman Rushdie derbarê wê sansurê de peyamek belav kir.

Salman Rushdie roja Duşemê 9ê Tebaxê li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihandiye, ku Weşanên Can ji ber sansûra “Kurdistanê” ku di pirtûka wî ya “Sêrbazê Floransayê” de kiriye, lêborîn jê xwestiye.

Rushdie ragihandiye: “Weşanxaneya Tirkî @canyayinlari ji min lêborîn xwestiye. Hemû kopiyên heyî têne komkirin û bi awayekî rastkirî pirtûk dê were çapkirin. Spas dikim ku we bala min kişand ser vê."

Weşanên Can  di pirtûka Salman Rûshdie ya bi navê “Sihirbazê Floransayê (Floransa Büyücüsü)” de ku Begum Kovulmaz wergêra wê ya bi Tirkî kiribû, peyva "Kurdistanê" sansur kiribû.

Di çapa Îngilîzî ya Sihirbazê Floransa de of Florence de, peyva “Kurdistanê” wiha hatiye bikaranîn:

“After the sack of Tabriz, Selim wanted to stay in the Safavid capital for the winter and conquer the rest of Persia in the spring, but Argalia told him that the army would mutiny if he insisted on this. They had won the victory and annexed much of eastern Anatolia and Kurdistan, almost doubling the size of the Ottoman empire”.

Lê hevok di çapa Tirkî de bi wergera Begum Kovulmaz wiha hatiye belavkirin:

"Piştî ku Tebrîz hate talankirin, Selîm dixwest zivistanê li paytextê Sefewiyan derbas bike û di biharê de biçe seferê da ku beşa mayî ya Îranê  feth bike, lê Arkaliya ji Sultan re got ku leşker dê serî hildin. Wan serfiraziyek mezin bi dest xwe xistibû, Anatoliya Rohilatê û piraniya erdên ku Kurd lê dijiyan xistin jêr kontrola xwe û, hema hema axa împaratoriya Osmaniyan du qat zêde kirin. ”

Xwediyê Weşanên Can, Can Oz pêştir têkildarî mijarê ragihandibû, ew dê peyva Kurdistan ku di çapa Tirkî de hatiye sansurkirin, sererast bikin. Can Oz gotibû: “Statûkoyeke wiha nabe. Çapa yekem a pirtûkê di sala 2005an de hate belavkirin. Kareke wiha nabe. Pirtûk dê yekser were komkirin û paşê jî were serastkirin.”

Di pirtûka Paulo Coelho de jî peyva Kurdistan hatibû sansurkirin

Romana navdar ya bi navê “Eleven Minutes” (Yazde Xulek) ya nivîskarê navdarê Paulo Coelho, ji aliyê wergera tirk Saadet Ozen ve bi tirkî hatibû wergerandin û ji aliyê weşanxaneya Can ve hatibû çapkirin.

Di beşek wê romanê de Paulo Coelho behsa Kurd û Kurdistanê dike, lê di wergera wê ya Tirkî de li şûna peyva “Kurdistan”, peyva Tirkî ya “Ortadogu” (Rojhilata Navîn) hatibû nivîsandin.

Ev sansur di medyaya civakî de rastî bertk û nerazîbûna mezin ya Kurdan hatibû.

Piştî vê yekê, weşanxaneya Can ragihandibû, ew dê pirtûkên ku hatine çapkirin, kom bikin û wê xeletiyê sererast bikin.

Wergera pirûtkê Saadet Ozen jî gotibû, wê destê xwe nedaye ti peyvekê pirtûkê, eger guhertinek jî tê de hatibe kirin ji aliyê weşanxanê ve hatiye kirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin