Rojnamegerên Swedî: Ahmet Altanî azad bikin

Rojnamegerên Swedî: Ahmet Altanî azad bikin

.

A+A-

Li Swêdê 17 rêxistinên nivîskar û rojnamegeran daxuyaniyeke nivîskî weşandine û xwestine ku rojnameger Ahmet Altanî azad bikin.

Li Swêdê 17 rêxistinên nivîskar û rojnamegeran daxuyaniyeke nivîskî weşandine û xwestine ku rojnameger Ahmet Altanî azad bikin.

Daxuyaniya hevbeş di rojnamemeya Expressen, Dagens Nyheter û Svenska Dagbladet û Journalisten, weşana Federasyona Rojnamegerên Swêdê de hatiye weşandin.

Di daxuyaniyê de ji bo dadgehên Tirkiyeyê penaseka “Kafkaesk” hatiye gotin. Her weha diyar kirine ku Erdogan ji sedî 95ê medyayê kontrol dike û gotine, “Tirkiye ev çend sal in li cîhanê mezintirîn girtîgeha rojnamegeran e”.

Beriya demekê pirtûka bi navê “Ez ê Careke Din Nikaribim Cîhanê Bibînim” a Ahmet Altanê ku li Girtîgeha Sîlîvriyê ya Stenbolê girtiye bi swêdî hatibû çapkirin.

“Tê nikaribe ramana azad zindan bike”

Rojnamegeran di daxuyaniya xwe de wiha gotine:

“Selahattîn Demîrtaş, namzetê berê yê hilbijartina Serokomariyê yê HDPyiya pro-Kurd jî di nav de siyasetmedarên gel ew hilbijartine, ji payîza 2016ê û vir ve ji ber ramanên xwe li girtîgehan tên girtin.

“Erdogan ji sedî 95ê medyayê/çapemeniyê kontrol dike. Azadiya xweîfadekirinê û çapemeniyê hema hema ji holê rakiriye. Tirkiye bi salan e li cîhanê mezintirîn girtîgeha rojnamegeran e û di îndeksa azadiya çapemeniyêya Rojnamegerên Sînornenas de di rêza 154an de ye.

“Ahmet Altanê di heftê saliya xwe de li Girtîgeha Sîlîvriyê ya navdar di hucreyeke biçûk a çar metroyan de tê girtin yek ji wan kesan e ku Erdogan ji ber nêrînên wan ên cida/mixalifiya wan û li gor kêfa xwe fişarê li wan dike û bedêleke giran didan. Ew piştî hewldana derbeyê hate desteserkirin û girtin û zêdetirî sê salan e girtî ye. Ahmet Altan ew îdiayên derbarî xwe de her gav red dike û ji bo tohmetên lê tên kirin ti delîl nayên dîtin.

“Parêzerê/a Ahmet Altanî di serê Kanûna Paşiyê de aşkere kir ku şewba Covid-19ê li girtîeha Altan lê dimîne belav bûye. Di vê rewşê de rewşa Altanî gelekî cidî ye û em ji ber jiyana wî di nava fikaran de ne.

“ji ber van sedemên me diyar kirin, em dixwazin Ahmet Altan ji esaretê azad bibe. Ji ber ku Altan bi fermana Erdoganî hatiye girtin, em dixwazin bi awayekî zelal û aşkere vê mesajê bişînin ji Serokomarê Tirkiyeyê re; dibe tu kesên cida difikirin û mixalifên xwe bi sedemên absurd/beradayî, mîna Kafkayî zindanî bikî, lê tê qet/ti carî nikaribe ramana zindanî bike.

Kesên ku îmze avêtine bin metna navborî 

Kristina Ahlinder, Midûra Giştî ya Weşangerên Swedê

Robert Aschber, Serokê Kluba Çapemeniya Netewî ya Swêdê

Kurdo Baksî, Nivîskar

Jesper Bengtsson, Serokê Kuluba PENê yê Swêdê

Andres O Björkman, Alîkarê Şefê Çandê yê rojnameya Svenska Dagbladet

Helena Giertta, Şef Redaktora rojnameya Journalistenê

Erik Halkjaer, Seroka Federasyona Rojnamegeran

Ulrika Hyller, Seroka Federasyona Rojnamegeran

Lisa Irenius, Şefa Çandê ya rojnameya Svenska Dagbladet

Oal Larsmo, Nivîskar, Endamê Lijneya Rêveber a PENA Navnetewî

Martin Kaunits, Weşangerê Ahmet Altanî yê li Swêdê

Jesper Monthán, Serokê Komeleya Weşangerên Swêdê

Karin Olsson, Şefa Çandê ya Rojnameya Expressenê

Nalin Pekgul, Parlamentera berê û hemşîre

Karin Pettersson, Şefa Çandê ya rojnameya Aftonbladetê

Grethe Rottböll, Serokâ Yekîtiya Nivîskarên Swêdê

Björn Wiman, Şefê Çandê yê rojnameya Nyheter Dagensê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin