Rojhilatê Kurdistanê: 560 kes bi koronayê mirine

Rojhilatê Kurdistanê: 560 kes bi koronayê mirine

Li gor amarên fermî yên hikûmeta Îranê, heta niha 560 kes li 5 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê bi sedema vîrusa COVID-19 canê xwe ji dest dane û hejmara tûşbûyên vîrusê jî bo 8576 kesan bilind bûye.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gorî amarên fermî hejmara kesên li Îranê bi koronayê jîyana xwe ji dest dane gihaye 6 hezar û 277 kesan, herwiha hejmara tûşbûyan gihaye 98 hezar û 647 kesan.

Wezareta Tendirustîyê ya Îranê dibêje, 79 hezar û 397 nexweşên koronayê li wî welatî baş bûne û tendirustîya 2 hezar û 676 kesan jî nebaş e. 

Li Rojhilatê Kurdistanê jî, Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Parêzgeha Loristan bi biryara parêzgar amarên derbarê vîrûsa Koronayê de belav kirin û li gor amarên dawî, li wê parêzgehê 127 kesan bi vîrusa COVID-19 canê xwe ji dest dane.

Her li Loristanê 1 hezar û 936 kes jî bi vê vîrusê ketine û ji wê hejmarê jî 1 hezar û 784 kes baş bûne.

Li Parêzgeha Sine 144 haletên nû yên pêketina bi vîrusa COVID-19 hatine tomarkirin û hejmara giştî ya pêketîyên vîrusê li vê parêzgehê gihîşte 1 hezar û 599 kesan.

Her li parêzgeha Sineyê 124 kesan heta niha bi sedema tûşbûna bi vê vîrusê jîyana xwe ji dest dane û 834 kes jî baş bûne. 

Rewşa parêzgeha Urmîyê li Rojhilatê Kurdistanê ji parêzgehên din xirabtir e. Li vê parêzgehê herî dawî 44 kesên din bi koronayê ketine û hejmara giştî ya tûşbûyan bo 2 hezar û 963 kesan bilind bûye.

Li gor amaran, li Urmîyê heta niha 172 kesan jîyana xwe ji dest dane û 1 hezar û 450 kes jî baş bûne.

Herwiha li parêzgeha Kirmaşanê herî dawî 2 kesên din bi sedema koronayê jîyana xwe ji dest dane û hejmara giştî ya qurbanîyan li vê parêzgehê gihîşte 80 kesan.

Li Kirmaşanê di 24 demjimêrên derbasbûyî de 40 kes jî tûşî vîrusê bûne û hejmara tûşbûyan gihîşte 1 hezar û 531 kesan. Li vê parêzgehê heta niha 296 kes baş bûne. 

Di 24 saetên bihorî de li Îlamê jî 11 haletên nû yên pêketina bi koronayê hatine tomarkirin û  bi vê yekê hejmara tûşbûyan gihîşte 547 kesan.

Li Îlamê ji duh ve heta îro ti kes bi sedema vîrusa COVID-19 nemirine û hejmara qurbanîyan her di asta 54 kesan de ma. Herwiha li vê parêzgehê heta niha 350 kes ji nexweşên koronayê jî baş bûne.

Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin