
Rojhilat – Kolberek di çiyê de ket û can da
.
A+A-
Li devera sînorî ya Sewlawa ya bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd di çiyê de ket û canê xwe ji dest da.
Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, îro danê sibê kolberekî kurd bi navê Aram Caten li çiyayê Tete li nêzîkî bajarokê Sewlawa yê Sine ket.
Li gorî agahiyan, wî kolberî di wê rûdanê canê xwe ji dest da.
Ew kolberê han xelkê gundê Kanî Sanan yê bajarê Merîwanê û bavê zarokekî bûye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin