Rojhilat – Di salekê de herî kêm 108 keç û jinan xwe kuştine

Rojhilat – Di salekê de herî kêm 108 keç û jinan xwe kuştine

.

A+A-

 Tê gotin ku di heyama salekê de zêdetirî 100 keç û jinan li Rojhilatê Kurdistanê xwe kuştine û dûmahîk bi jiyana xwe anîne.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, ji roja 8 Adara sala 2020 ve heta niha herî kêm 108 keç û jinan li Rojhilatê Kurdistanê xwe kuştine.

Li gorî raporta Hengawê, temenê 30 kes ji wan keç û jinan kêmtirî 18 salan bûye. Di nav wan de jî, temenê 10 kesan kêmtirî 15 salan bûye.

Li gorî raportê, rêjeya xwekuştinê herî zêde li parêzgeha Sine bûye ku 36 kes bûne. Li Ormiyê 30 kes, li Kirmaşanê 25 kes û li Îlamê jî 17 keç û jinan xwe kuştine.

81 kes ji wan keç û jinan ji ber pirsgirêkên nav malbatê xwe kuştine, 10 kesan ji ber bêkarî û belengaziyê xwe kuştine, 4 kesan ji ber zewicandina bi zorê xwe kuştine, 3 kesan ji ber xemokiyê xwe kuştine û sebeba kuştina 10 kesan jî nehatiye zanîn.

Di raportê de hatiye gotin, 62 kes ji wan keç û jinan bi kindir xwe xeniqandine, 20 kesan bi xwarina dermanan xwe kuştine, 8 kesan xwe ji cihên bilind de avêtine, 16 kesan bi şewitandinê xwe kuştine û 2 kesan jî bi tivingê xwe kuştine.


 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin