Roja Karêsatên li Kurdistanê hat li dar xistin, şehîdên Kurdistanê hatin bibîranîn

Roja Karêsatên li Kurdistanê hat li dar xistin, şehîdên Kurdistanê hatin bibîranîn

Federasyona Komelên Kurd li Danîmark (FKKD) bi pêwana bîranîna şehîdên Helepçe û hemû karêsatên li Kurdistanê, doh 17ê Adarê li bajarê Roskildeya nêzîkî Kopenhagenê, merasimek bîranînê li dar xist.

A+A-

Di merasimê de 5 kesan di derbarê karêsatên Helepçe, Dêrsim û karêsatên li Bakur, Zerdeşt, Şingal, Qamişlo û Efrînê axaftin kirin û bal kişandin ser karêsat û jenosîdên hatîn serê gelê kurd.

mirza1.jpg

Li ser projektor/sînevizyonê jî vîdeo û sûretên li ser karêsata Helepçe û Şingalê bê navber hatin nîşandan.

mirza2.jpg

 

 

Piştê rêzgirtin û bixêrhatinê, serokê Federasîyonê Adnan Axacan hem bixêrhatina beşdaran kir û hem jî li ser Jenosidên li ser gel kurd û Kurdistanê axifî û bi taybetê li ser ew karesatên ku li başûrê Kurdistanê qewimîne rawestîya.

Li dû wî Mîrza Akar, bi kurtî behsa têgihîştin/mehneya Jenosaîdê kir û got: Jenosaid ne bi tenê li ser mirovên kurd hatîye û tê kirinê, herwiha jenosaid li ser ziman, jîngeh, çand, dîrok, heyîyên sererd û binerd ya gelê kurd û Kurdistanê biberdewam/total e, tê kirinê. Û wana bi çend nimûneyan terîf kir.

Dû re Sozan Musa, di dirêjahîya dîrokê de jenosaidên li Rojavayê Kurdistanê qewimîne rawestîya û bi taybet li ser karestên va çend salên dawî û bûyerên ku îro li Efrînê rû didin axifî.

Dûre Ahmed Rehmanî di beşa xwe de behsa karesatên li Rojhilatê Kurdistanê kir.

Li dû wî jî Yilmaz Yildiz bi giştî li ser karestên ku di dîrokê de li ser Êzdîyan qewimîne û bi taybetî jî behsa ew karestên li Şingal û derûdorên wî ku hatîye serê Êzdîyan kir.

Husên Mehmûdî bi xwendina helbesta xwe ya ”Kîmya û Baran” dawî li civîna bibîrhanînê anî.

Girseyek kurd ji her çar beşên Kurdistanê beşdarî merasimê bûn û şehîdên xwe bibîr anîn.

 mirza4.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin