Riyad Xelef: Rûsya û rêjîm li hember êrîşên li ser Eyn Îsayê bêdeng in  

Riyad Xelef: Rûsya û rêjîm li hember êrîşên li ser Eyn Îsayê bêdeng in  

.

A+A-

Serokê Encûmena Leşkerî ya Girê Sipî Riyad Xelef radigihîne, “Ji bêdengiya Rûsyayê li hember êrîşên li ser Eyn Îsayê, em têdigihin ku rêkeftina wê ya di bin maseyê re bi Tirkiyê re heye.”

Serokê Encûmena Leşkerî ya Girê Sipî Riyad Xelef beşdarî buleta nûçeyan a K24ê bû û li ser rewşa Eyn Îsayê bersivên Cemal Batun dan û ragihand, “Êrîşên Tirkiyê û çeteyên ser bi wê ve bi berdewamî bi çekên giran li ser Eyn Îsayê tên kirin. Tirkiye dixwaze vê herêmê dagîr bike û xaka ku berê jî dagîr kiriye zêde bike, ji bo ku projeya xwe ya dagîrkeriya Osmanî bibe serî.”

Li ser helwesta Rûsyayê li hember êrîşên ku li ser Eyn Îsayê de tên kirin, Riyad Xelef got: “Ti guhartin di bêdengiya Rûsyayê de çênebûye. Mûşekên Tirkiyê û çeteyên wê li derdora baregehên Rûsyayê dikevin jî, lê ti bersiv jî jê derneket. Rûsa wek gerentîkar ji bo rawestandina binpêkirinan li herêmê ye, ew bi rola xwe ranebe.”

Riyad Xelef: “Helwesta rêjîma Sûriyê jî wek ya Rûsyayê. Di meha borî de bi serperiştiya Rûsyayê, me wek HSD û hikûmeta Sûriyê li hev kir 3 xalên çavdêriyê li Eyn Îsayê ava kirin, lê Rûsya û hikûmetê Sûriyê ti bersiv nedan binpêkirin û êrîşên ku Tirkiye dike û heta nerazîbûn jî nîşan nedan.” 

Serokê Encûmena Leşkerî ya Girêsipî got: “Ji vê bêdengiya Rûsyayê, em têdigihin ku rêkeftina wê ya di bin maseyê re bi Tirkiyê re heye. Ji ber ku li hember êrîşên li ser gelê me de tên kirin, ti bersivek ji wê û ji hikûmeta Sûriyê de tune ye.”

Di berdewamiyê jî de Riyad Xelef: Eyn Îsayê li ser riya navdewletî M4ê dikeve û xaleke girîng e ku Hesekê û Helebê bi hev ve girê dide. Herwiha ji ber ku encûmenên sivîl û Rêveberiya Xweser li Eyn Îsayê hatine avakirin, Dagîrkeriya Osmanî dixwaze wê dagîr bike.”

Xelef, tekez kir jî, êrîşên Tirkiye û çeteyên wê li ser Eyn Îsayê di vê dema veguhastinê ya di navbera serokên Amerîka Donald Trump û Jeo Biden de zêde bûne.

Riyad Xelef aşkere kir: Tirkiye heman awayê ku li Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê kiriye, dixwaze li Eyn Îsayê jî dubare bike û wek dagîkeriya Osmanî hatiye herêmê, heta kevir û dar jî jê nehatine parastin. Ew û çeteyên wê, dixwazin xakê dagîr bikin, dizî û talaniyê bikin û demografiya herêmê biguhêrin.”

Li ser helwesta Amerîka piştî hatine Joe Biden, got: “Em ji bo jinavbirina terorê bi Hevpeymaniya Navdewletî re kar dikin û hêzên me li şûna hemû cîhanê şerê terorê kir. Em ji Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî re dibêjin, divê ew li aliyê gelê me bin û em çi kurd, ereb, tirkman aşûrî û siryanî xwediyê vê xakê ne û berevaniyê di ber de dikin. Me ti caran sînorê Tirkiyê derbas nekirin û em li ser ewlehiya wê ne gef in.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin