RIAC: Dibe ku bi rêkevtina 3 dewletan Esed ji desthilatê were dûrxistin

RIAC: Dibe ku bi rêkevtina 3 dewletan Esed ji desthilatê were dûrxistin

Encûmena Rûsî ya bo Karûbarên Derve (RIAC), ku serokê wê Îgor Îvanon, wezîrê derve yê berê yê Rûsyayê ye û kesekî nêzîkî Kremlînê ye, raportek derbarê Beşar Esed de belav kirîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Encûmena Rûsî ya bo Karûbarên Derve (RIAC), ku serokê wê Îgor Îvanon, wezîrê derve yê berê yê Rûsyayê ye û kesekî nêzîkî Kremlînê ye, raportek derbarê Beşar Esed de belav kirîye. Li gor raporta RIACê, gumanên Rûsyayê zêde dibin ku Esed êdî nikare serkêşîya Sûrîyê bike. Li gor heman raportê, egera lihevkirineke 3 salî di navbera Rûsya, Îran û Tirkîyê de ji bo ladana Esed heye.

Ev demek e ku dam û dezgehên nêzîkî Kremlînê raport û rapirsîyên nerazîbûnê yên li hember hikûmeta Sûrîyê belav dikin. Kampanyaya dam û dezgehên lêkolînê û yên medyayî yên Rûsî li dijî kesayetîya Serokê Sûrîyê Beşar Esed berfireh dibe.

Ew dam û dezgehên ku bi taybet nêzîkî Kremlînê ne, Beşar Esed wekî kesekî lawaz ku nikare êdî welatê xwe birêve bibe, wesif dikin.

Herî dawî Encûmena Rûsî ya bo Karûbarên Derve (RIAC), ku serokê wê Îgor Îvanon, wezîrê derve yê berê yê Rûsyayê ye û kesekî nêzîkî Kremlînê ye, raportek derbarê Esed de belav kirîye.

Li gor raporta RIACê, gumanên Rûsyayê zêde dibin ku Esed êdî nikare serkêşîya Sûrîyê bike, û ew kar dike ku Mosko berû senaryoya Efxanî bibe, ev jî egereke cihê bêhêvîtîyê ye bo Rûsyayê.

Her di heman raportê de amaje bi wê yekê hatîye dan, ku Rûsya ji berê cidîtir e ji bo encamdana guhertinan li Sûrîyê, çimku parastina Esed bûye barekî giran li ser milê Rûsyayê.

Tê pêşbînîkirin ku Rûsya, Tirkîye û Îran bigihêjin sazanekê (lihevhatinekê) ji bo dûrxistina Esed û sepandina agirbesteke giştgîr li Sûrîyê, li hember pêkanîna hikûmeteke veguhêz ku rejîm, opozisyon û hêzên demokratîk li xwe bigire.

Lê çavdêr û şopînerên dosyaya Sûrîyê dîyar dikin, ku lihevhatin dê ne di navbera Rûsya, Tirkîye û Îranê de be, lê belê hevtêgihiştineke Rûsî-Amerîkî li ser çareserîya sîyasî li Sûrîyê heye û dibe ku di çarçoveya wê de Esed ji qonaxa veguhêz bihê dûrxistin.

Daxuyanîyên herî dawî yên Şanderê Amerîkayê yê bo Sûrîyê James Jeffrey wekî nîşanekê li ser vê hevtêgihiştinê tên şirovekirin.

James Jeffrey gotibû: "Sîyaseta me li hember rejîma Sûrîyê nehatîye guhertin, hilbijartinên serokatîyê li Sûrîyê dê nerewa bin, divê hilbijartin di çarçoveya çareserîya sîyasî de bi serpereştîya Neteweyên Yekbûyî bên kirin û em bi hemû şêweyî piştevanîya êrîşên Îsraîlê li nav xaka Sûrîyê dikin."

Berî Encûmena RIACê, Ajansa Nûçeyan a Federal a Rûsî, ku ew jî pir nêzîkî Kremlînê ye, di raportekê de gotibû, Esed lawaz e û rewşa welatê xwe kontrol nake û berpirsên li derdora wî gendelîyê dikin.

Di rapirsîyekê de jî, ku navendeke Rûsî ya nêzîk ji hikûmetê belav kiribû, piranîya beşdaran gotibûn, eger Esed xwe bo hilbijartinan kandîd bike, ew bawerîya piranîya Sûrîyan wernagire.

Ji dema destêwerdana serbazî ya Rûsyaê di Sûrîyê de, piranîya şirovekaran wiha dibînin ku çarenivîsa Esed dê li Moskowê bihê nivîsandin.

Rudaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin