Rêxsitina Qedexekirina Çekên Kîmyewî îro li ser Sûriyê dicive

Rêxsitina Qedexekirina Çekên Kîmyewî îro li ser Sûriyê dicive

.

A+A-

 Rêxsitina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve, îro di derbarê Sûriyê de dicive.

Rêxistinê, di 12ê vê mehê de duyemîn raporta xwe li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve, pêşkêş kir.

Li gorî wê raportê, 4ê Sibata 2018an, helîkoptereke şer a artêşa Sûriyê, bi kêmanî yek kûpê gaxa klorê bi ser bajarokê Seraqib de, berdaye, ku bûye sedema tûştûbna 12 kesan, bi jehrîbûn û tenghenasebûnê, lê kesek ji wan nemiriye.

Amerîka û hevpeymanên wê, li Encûmena Asayişê li ser encama wê raportê hikûmeta Sûriyê şermezar kirin û hewl didin siza bidin wê. Lê Rûsya û Hindistan, têbîniyên wan li ser raportê hene û dibînin ku ew ne cihê baweriyê ye.

Şandiya Amerîkayê ji bo NY Linda Thomas- Greenfield diyar kir: “Rejîma Esed hewl daye bi rêya dirustkirina berbestan li ber lêkolînên serbixwe û binpêkirina rol û karê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî, xwe ji sizayan vedize. Herwiha hevpeymanên wê rejîmê, bi diyarkirî jî Rûsya, hewl daye ku rê li ber her hewlekê bigirin ji bo sizadana wê.”

Nûnerê Rûsyayê li Netewên Yekbûyî, SB- Vasily Nebenzia jî eşkere kir: “Sûriye bi piştgiriya Rûsyayê, di Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî de beşdar bûye. Sûriya bi daxuyaniya seretayî ya Rêkeftina Çekên Kîmyewî pabend bû, û hemû çekên kîmawî yên li embarên xwe jinav birin.”

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî destnîşan dike, bi rêya tîmeke taybet a lêkolînan, ji bo amadekirina raporta xwe, 400 gêgabyt zanyarî kom kirine, ligel gelek kesan axivîne û bi gelek cûrên teknolojiya serdemî, lêkolîn di wê bûyerê de kiriye.

Wezîrê Karûbarên Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad, encama wê raportê red dike û dibîne ku Amerîka û hevpeymanên wê, ew rêxistin ji xwe re kiriye amrazek ji bo bicihanîna armancên xwe li dijî Şamê.

Îlona 2013an, Neteweyên Yekbûyî, projebiryara xwe ya hejmar 2118 derxist, ku Sûriya neçar dike programa xwe ya çekên kîmyewî jinav bibe. Lê piştî 7 salan, Neteweyên Yekbûyî dibêje, hîn hikûmeta Sûriyê ew projebiryar cîbicî nekiriye.


 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin