Rêxistina Efûyê bi raporan bersiva gotinên Soylû daye

Rêxistina Efûyê bi raporan bersiva gotinên Soylû daye

.

A+A-

Piştî ku Suleyman Soylû gotiye, Rêxistina Efûyê çar sal û nîv in têkildarî îşkenceyê tu tiştek nedaniye pêşiya me, Rêxistina Efûyê weke bersiv li ser hesabê xwe yê medya civakî raporên têkildarî îşkenceyê û miemeleya xirap yên di salên dawî de hatine kirin, parve kiriye.

Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî gotiye, “Rêxistina Efûyê 4 sal û nîve têkildarî îşkenceyê tu tiştek nedaniye pêşiya me. Derbarê îşkenceya sistematik de tu tiştek pêşkeşî me nekirin.” Piştî van gotinên Soylûyî Rêxistina Efûyê bi parvekirina raporan bersiv daye wî.

Piştî ku Suleyman Soylû di weşana zindî ya Haberturkê de pirsiyara têkildarî binpêkirinên mafan û di dema desteserkirin û girtinê de miemeleya xirap bersivandiye, Rêxistina Efûyê weke bersiv li ser hesabê xwe yê medya civakî raporên têkildarî îşkenceyê û miemeleya xirap yên di salên dawî de hatine kirin, parve kiriye.

Hin îddiayên ku Rêxistina Efûyê belav kiriye ev in:

“Osman Şiban û Servet Tûrgût di 12ê Îlona sala 2020an de li Şaxê, navçeya Wanê ji aliyê leşkeran ve tên desteserkirin. Piştre têkildarî îddiayên pêbawer yên ku îşkence li wan hatine kirine, me name ji rayedarên Tirkiyeyê re şandin.”

“Bi hinceta ku tevlî çalakiyên Zanîngeha Bogazîçîyê bûne ji roja 05.01.2021an pê ve di serdegirtinên malan de herî kêm 30 kes hatine desteserkirin. Îdiayên ku xwendekarên desteserkirî rastî îşkence û miemeleya xirap hatine, hene.

“li gorî îdiayan Mehmet Siddik Meşe di 1ê Kanûna Pêşiyê de li Girtîgeha Amedê bi awayekî giran rastî tûndkarî laşî hatiye.”

Soylû çi gotibû ?  

"Ez muxatabê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî me. Hatin gel min. Bi taybetî ew wêneyên FETO yên ku li salonê bûn. Wêneyên ku ji Ajansa Anadolûyê nîşan dan.  Li wê derê li salona sporê. Li vir em her carê der barê Rêxistina Efûyê de rû bi rû ne. Her carê cîhên ku li Tirkiyeyê wê biçin ji me re dibêjin.  Em dişînin, serdana her derê dikin. Ev çar sal û nîv in der barê êşkenceyê de tiştek nedanîne pêşiya me. Der barê îşkenceya sîstematîk de tiştek pêkeşî me nekirine. Ev hemû bi nêrînek siyasî dinerin.

"Li Tirkiyeyê ti tespîtek têkildarî îşkenceyê nîne. derbarê miemeleya xirap de tespit heye. Hun dizanî li ku heye, di têkoşîna li dijî rêxistinên madeyên hişbir de heye? Min gotibû, ''lingên wan bişikînin'' ev ji ber min e.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin