Rewşenbîrên kurd: Radeskirina Selîmî welatkujî ye!

Rewşenbîrên kurd: Radeskirina Selîmî welatkujî ye!

Komek rewşenbîr, sîyasetmedar û nivîskarên kurd, derbarê şehîd Mistefa Selîmî nameyek arasteyî Seroka Parlamentoya Kurdistanê kirin û daxwaza lêkolînê derbarê keysa Selîmî de kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Rewşenbîr û nivîskarên kurd, Mehdi Zana, Kone Reş, Veman Linevai, Şeyhmus Ozzengin,Bubê Eser û Laleş Qaso, derbarê girtîyê kurd Mistefa Selîmî de ku çend roj berê ji alîyê rejîma Îranê ve hatibû darvekirin, nameyek arasteyî Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwas Fayeq kirin.

Di wê nameyê de rewşenbîrên ragihandîye: “Birêz Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwas Fayeq, wek ku cenaba te jî dizane, Mistefa Selîmî yê ku wek endam û pêşmergeyekî PDK a Rohilatê Kurdistanê bû, di Nîsana sala 2003an de ji bal pasdaran ve hatibû girtin û li girtîgeha Seqizê bi cih bûbû, Mistefa Selîmî piştî 17 salan, di 17ê meha Adara sala 2020an de ji girtîgehê direve Başûrê Kurdistanê û li bajarokê Penciwînê xwe teslîmî asayişê YNKê dike.”

Herwiha di nameyê de tê gotin, “Mistefa Selîmî piştî ku li herêma Silêmanîyê rojekê binçav dimîne, ji bal heman asayişê ve, sed mixabin radestî pasdarên Îran dibe û pasdar jî di demeke kurt de, bi cezayê sêdarê dawîyê li jîyana vî mêrxasê Kurd tînin!”

Rewşenbîrên jurd tekez dikin, “Sosreteke mezin e ev! Bêbextî û xîyanet e. Navê vê welatkujî ye. Pêşmerge welat e û welatkujîyê rûda ye! Miletê kurd xemgîn, welat xemgîn, Kurdistan xemgîn e! Em wek ronakbîr, pêzan û rêzanên, alîgir û dilxwazên doza kurd û Kurdistanê, vê xîyaneta mezin şermezar dikin, ji  Seroka Parlamentoya Kurdistanê bi dilekî şikestî daxwaza ku bi hemû hêza xwe ve li ser vê karesata kesnedîtî raweste, asas berpirsên karesatê derxîne holê û teslîmî edalet û yasayên Kurdistanê bike!”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin