Rewşa Kurdên li Îzmîrê

Rewşa Kurdên li Îzmîrê

.

A+A-

 Li metropolên Tirkiyê bi milyonan Kurd dijîn û piraniya wan kurdan jî salên 90î ji ber şerê di navbera dewleta Tirkiyê û PKKê koçber bûne. Îzmîr yek ji wan bajaran e ku Kurdan berê xwe dayê û derdora milyonek û nîv kurd lê dijîn. Kurdên li Îzmîrê li bazaran kar dikin.

Li bazara Kemeraltî ya Îzmirê weke gelek bazarên Tirkiyê zêdetirî  % 80 ya firoşkaran Kurd in. Mehmet Sîrac kurdekî ji Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ye û ew  li nav bazarê simîtan difiroşe, lê wî di dema xwe de  çiyayên bilind yên Kurdistanê weke pêşmerge rêwîngî li dû xeyalên welatekî azad kiriye. Wî di nav refên peşmergeyan de gelek şev û roj dem û devran ditîne.

Peşmergeyê berê Mihemed Sirac Kaya dibêje: “Sala 1977ê ez mela bûm. Min ji Medreseya Tîllo icazet heye. Piştî ku ez hatim vir peywendiyê min bi çep û sosyalîstan re çêbûn. Ez wê demê bûm berpirsê KUK ( Rêxistina Rizgariya Netewî ya Kurdistanê ) sala 1984ê ez derbasî Suriyê bûm. Sala 1992-1993 -1994 ez li Duhok, Zaxo û Hewlerê mam. Gehiştim wê rumetê ku du caran kek Mesut û Mam Celal bibînim. Peywendiyên min bi Samî Ebdurrahman, Fuad Mehsum û Kemal Kerkukî re min çêbûn.”

Li nav vê bazarê geh bi çîrokên xembar yên koçberiyê geh bi deng û çoşa xwe Kurd rengê herî diyar in. Li aliyekî coronayê li aliyekî jî rewşa aboriya Tirkiyê bi giştî bûye sedem ku jiyan li pêşiya wan her roj zehmetir bibe.

Firoşkar Agît Wanî jî got: “Ji ber coronayê kes ji mala xwe dernakeve. Berê geştyar dihatin ev der qelebalix dibûn. Lê niha halê esnafa xuyaye ku xirab e.”

Firoşkar Şoreş Mêrdînî jî dibêje: “Hûn rewşa bazarê dibînin. Kesên hatine jî ne ji bo kirina tiştekî tên. Em erzan jî bifiroşin nahê firotin bi kesê re pere tene.”

Li gorî amarên nefermî li Îzmîrê derdora milyonek û nîv Kurd dijîn  û 166 hezarê wê ji bajarê Mêrdînî ne ku ew jî dike ji sedî 3,8 ya hemû  xelkê Îzmirê. Di helbijartinên dawî ya Encûmena Şaredariyê de HDPê li Îzmîrê  66 hezar û 543 deng bidest anî û bû partiya sêyem ji bo şaredariyê jî piraniya kurdan piştgirya CHPê kirin lê ew dibêjin CHP ji wan re tiştekî nake.

Endamê Şaxa HDPê ya Îzmirê Fener Altin jî wiha axivî: “Şaredariyê ji me re qet tiştekî nake. 13 sal eez li Îzmîrê dijîm. Berê me dengê xwe nedida ti kesê, lê vê carê me got bila CHP biserbikeve me dengê xwe da CHP, lê CHP jî tiştek nekir. Me got belkî ew însan bin lê ew jî neînsan in.”

Kurdên li Îzmîrê dijîn piranî karên firoşkarîyê dikin û rêveber in û karên  piraniya bazarên mezin ên Îzmîrê jî di destê Kurdan de ne.
Şewket Herkî/Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin