Rewangeha Sûrî: Tirkîyê 300 çekdarên Sûrî gehandine Lîbyayê

Rewangeha Sûrî: Tirkîyê 300 çekdarên Sûrî gehandine Lîbyayê

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan radigihîne, Tirkîyê 300 çekdarên Sûrî yên di bin fermana Tirkîyê de kar dikin, birine Lîbyayê.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, hejmara çekdarên Sûrî yê Tirkîye piştevanîya wan dike û bo Lîbyayê vegahstine gihîştîye 300 çekdarî.

Li gor zanyarîyên Rewangehê, hejmara çekdarên navên xwe tomar kirin bo biçin Lîbyayê û li serbazgehên Tirkîyê tên rahênankirin, di navbera 900 û hezar çekdarî de ye.

Ev yek di demekê de ye, Serokomarê Tirkîyê Recep Tayîp Erdogan ragihandibû, ewê piştgirîya xwe bo Hikûmeta Wîfaq a Lîbyayê zêdetir bikin. Hikûmeta Wîfaq a Lîbyayê jî daxwaza hêza leşkerî ji wan kirîye. Ew vê daxwazê qebûl dikin û dê leşkerên xwe bişînin wî welatî.

Bo vê mebestê jî, Serokatîya Firaksîyona AK-Partîyê nameyeke agahdarkirinê bo parlemanterên xwe şand û dîyar kir, eger heye 30ê meha Berçile, roja Duşemê projeyasaya şandina leşkerên Tirkîyê bo Lîbyayê pêşkêşî parlementoyê were kirin û 2ê Çile jî, roja Pênceşemê demjimêr 14:00an de jî Civata Giştî ya Parlementoyê kom bibe.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan dîyar kir jî, her çekdarek dê di navbera 2 hezar û 2 û 500 Dolaran wek mûçe werbigire û her çekdarek li girêbestê jî dê di navbera 3 – 6 mehan de li Lîbyayê bimînin.

Her di vê çarçovê de jî, pêştir Rewangehê belav kiribû, grûpên çekdar ên li Efrînê ne, 4 navendên tomarkirina navan bo çûna bo Lîbyayê vekirine.

 

Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin