Reuters: Lîbya bi fermî piştgirîya leşkerî ji Tirkîyê xwest

Reuters: Lîbya bi fermî piştgirîya leşkerî ji Tirkîyê xwest

Karbidestekî Lîbyayî ji Reutersê re got ku hikûmeta wî bi fermî ji Tirkîyê xwest ku “bi rêka esmanî, bejeyî û deryayî piştgirîya leşkerî” bide wê ku bikaribe rê li ber êrîşa ser paytext Trablusê bigire

A+A-

Navenda Nûçeyan- Karbidestekî Lîbyayî ji Reutersê re got ku hikûmeta wî bi fermî ji Tirkîyê xwest ku “bi rêka esmanî, bejeyî û deryayî piştgirîya leşkerî” bide wê ku bikaribe rê li ber êrîşa ser paytext Trablusê bigire.

Hêzên Xelîfa Heftar ku piştgirî ji Erebistana Siûdî, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Misir û Rûsya werdigirin, ber bi Trablusê pêşde diherin ku navenda hikûmeta Fayez el-Serac ya bi piştgirîya Tirkîyê bistînin.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan demeke zûtir ya îro pêncşemê gotibû ku Tirkîye dê ser daxwaza Trablusê di meha were de leşkeran bişîne Lîbyayê.

Erdogan hefteya borî gotibû ku Tirkîyê wê bêdeng nemîne ku çekdarên ser bi Rûsya li Lîbya piştgirî didin Heftar.

Tirkîyê meha borî peymaneke ewlekarîyê bi hikûmeta Serac îmza kiribû, lê Rûsya nerazîbûna xwe hember wê peymana ragihandibû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin