Rêûresma anîna 104 qurbaniyên karesata gundê Koço îro destpê dike

Rêûresma anîna 104 qurbaniyên karesata gundê Koço îro destpê dike

.

A+A-

Rêûresma anîna 104 cenazeyên qurbaniyên karesata gundê Koço ya qeza Şengalê, îro destpê dike. Dê hemû cenaze ji bo Şengalê bên veguhestin.

Yek ji rizgarbûyên karesata gundê Koço Kiçî Emê diyar kiriye: ‘‘Rêûresma anîna 104 cenazeyên qurbaniyên karesata gundê Koço, li qeza Şengalê destpê kir û dê roja 06.02.2021ê hemû li gundê Koço bên veşartin.’’

Kiçî Emê herwiha da zanîn: ‘’Goristaneke taybet li gundê Koço hatiye avakirin û tê de 517 gor hatine çêkirin. Hemû qurbaniyên karesata gundê Koço, dê li wê derê bên veşartin. Heta niha nasnameya 104 qurbaniyên karesata gundê Koço eşkera bûne.’’

Li Şengalê 80 gorên komî heta niha hatine dîtin û ji wan jî heta niha 20 gorên komî hatine vekirin û bêhtir ji cenazeyên 350 kesan ji nav hatine derxistin û nasnameya 104 qurbaniyan eşkera bûne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin