Rêberên Yekîtîya Ewrupa Ser Paketeke Alîkarîyê li Hev Dikin

Rêberên Yekîtîya Ewrupa Ser Paketeke Alîkarîyê li Hev Dikin

Rêberên Yekîtîya Ewrupa (YE) di hilcivîna li Brukselê de, ku 4 rojan dom kir, ser paketeke alîkarîyê ya bo têkoşîna vîrusa korona li hev kirin.

A+A-

Bi wê paketa alîkarîyê ya bi 750 mîlyar euro, dewletên YE yên ku jiber vîrusa korona zararên mezin kirine dê kredî û hîbeyan bistînin.

Serokê Konseya Ewrupa Charles Michel li ser Twitterê ‘’Peyman!’’ nivîsî û ew lihevkirin ragihand.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron jî dîyar kir ku bo Ewrupa ‘’rojeke dîrokî’’ ye.

Paketa alîkarîyê ji alîyê Fransa û Almanya ve hatibû hazir kirin.

Ji paketa bi 750 mîlyar euro, 390 mîlyar euro hîbe ye û Îtalya 70 mîlyar, Îspanya 60 mîlyar û Fransa jî dê 40 mîlyar euro bistîne.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin