Rapperê Kurd Cercisi xwe kuşt

Rapperê Kurd Cercisi xwe kuşt

Tê gotin rapperê ji Rojhilatê Kurdistanê Saman Cercisi di otomobîla xwe de xwekuştîye.

A+A-

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin, Cercisi piştî 12ê Tebaxê wesayîta xwe li ser rîya 30-metroyî ya li Hewlêrê park kir, tebenceyek girt serê xwe û xwe kuştîye.

Rêxistina Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê (HENGAW) piştrast kir ku kesê ku xwekuj kir Saman Cercisi, yek ji serhildêrên navdar ên bajarê Kirmasan a Kurdistanê ye.

Di daxuyanîya ku ji hêla HENGAW ve hatî dayîn de hate dîyar kirin ku Cercisi li Hewlêrê bi çeka xwe, xwe kuştîye.

Di daxuyanîyê wiha hat gotin, "Saman Cercisi berî 18 mehan ji ber zexta tund a hêzên ewlekarîya Îranê ji welatê xwe derketibû û li herêma Kurdistanê bicîh bû."

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin