Qerenfîl avêtin Çemê Dîcleyê û xebatkarên tenduristiyê bi bîr anîn

Qerenfîl avêtin Çemê Dîcleyê û xebatkarên tenduristiyê bi bîr anîn

.

A+A-

 Platforma Tenduristiyê ya Amedê bi wesîleya 14’ê Adarê Hefteya Tibê ji bo xebatkarên bûne qûrbaniyên koronayê li ser Pira Dehderî qerenfîl avêtin avê û ew bibîr anîn. 
 
Platforma Tenduristiyê ya Amedê ku ji sazî û dezgehên tenduristiyê pêk tên bi wesîleya 14’ê Adarê Hefteya Tibê ji bo xebatkarên tenduristiyê bûnê qurbaniyên vîrûsa koronayê (Kovîd-19) bernameyek bîranînê li dar xist. 

Endamên Platformê li ser Pira Dehderî ya li ser Çemê Dîcleyê kom bûn û deqîqeyek rêz girtin. Pişt re xebatkarên tenduristiyê ji bo bîranîna hevpîşeyên xwe qerenfîlan avêtin Çemê Dîcleyê û ew bibîr anîn. 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin